Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amîne Qadirî

13:14 - 20 Îlon 2015

A: Jîla Moste’icir

“Ew roj tu caran ji bîra min naçin ku RDKÎ nûçeya şehîdketina pêşmergên partiya me belav dikir. Em pir aciz dibûn, jiber ku bi şehîdbûna her pêşmergeyekî, me hevalekî xwe yê dilsoz ji dest dida”.

Ji aliyekî ve eşq û evîna pişikdariya di şoreşa rizgarîxwaziya gelê Kurd de, mijarek e ku bi dirêjahiya dîroka şoreş û berxwedana Kurdan li her çar parên Kurdistanê, rengvedan û cihekî taybet bi xwe heye û mirovê Kurd tu carî nikare bandora jinan di vê rêya pîroz de kêm binirxîne. Ji aliyê din ve mezinahî û rastbêjî û rengvedana siyasetên rast û paqij ên PDKÎ di nava her çar parên Kurdistanê de jî mijarek e, ku ji her Kurdekî nîştimanperwer re rohn û eşkere ye.

Her ev eşq û evîna serbestî û rizgarîxwaziya netewî û, dîroka pirr ji serweriya PDKÎ ye ku bûye sedema vê yekê ku malbateke şoreşvan ku xelkê Sengeser a ser bi Kurdistana Başûr in û xwediyê 5 keçên welatparêz in, serbarê hebûna hejmareke berçav ji partiyên Başûrî, ji PDKÎ hez dikin û bi awayekî têkilî siyaset û xebata PDKÎ dibin ku, her 5 keçên malbatê, jiyana hevpar tevî kadir û pêşmergên PDKÎ ava dikin, û bi salan e di refên PDKÎ de xebata siyasî û medenî dimeşînin.

Amîne Qadirî xûşka herî mezin a wan 5 keçan e ku bi serbilindî û şanazî ve jiyana di nava PDKÎ hilbijartî ye, û endameke mandînenas a partiya xwe wate PDKÎ ye.

Amîne Qadirî keça Qadir sala 1963’an (1342) li bajaroka Sengeser a ser bi Başûra Kurdistanê hatiye dinê.

Amîne Qadirî nasyariya xwe tevî PDKÎ û herweha pêkanîna jiyana xwe ya hevpar weha ji Agiriyê re bas dike: “Nasiyariya min tevî PDKÎ vedigere bo wan salan ku Partiya Demokrat çeperên xwe yên berxwedanê veguhaztibûn nava axa Başûra Kurdistanê de. Wî çaxî em tevî siyasetên Partiya Demokrat nasyar derketin û me hewla vê yekê da ku me peyvendiyeke herî bihêz tevî vê partiyê hebe, bi awayekî ku êdî mala me weke binkeyek Partiya Demokrat lê hatibû. Her ev têkiliyên me bi PDKÎ re jî, bûye sedem ku min tevî pêşmergeyekî kevnar ê Partiya Demokrat bi navê Ehmed Bîlal jiyana hevpar ava kir û, berhema jiyana me jî sê keç in bi navên Bêxal û Şoxan û Geşbîn”.

Amîne Qadirî weke Başûriyek ku tewahiya jiyana xwe di pêxema xizmeta bi PDKÎ de derbaz kiriye, çavnihêriya xwe ji Partiya Demokrat û hevjînê xwe weha tîne ziman: “Dema mirov bona gehiştin bi armancên xwe rêyekê digire pêşiya xwe, tevî gellek astengî û zehmetî û taliyên jiyanê berbirû dibe. Min jî bona gehiştin bi armancên xwe, mil bi milê PDKÎ û weke her mirovek din ku karê siyasî dike, li gora şiyana xwe, hewla meşandina û pişikdariya karê siyasî û karûbarên PDKÎ daye, û wê her berdewam jî bimînim, lewra çavnihêriya min ji partiya min û hevjînê min ev e ku, heya gehiştin bi armancên şehîdan ji xebat û berxwedanê ne sekinin”.

Amîne Qadirî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman û dibêje : “Roja herî xweş a jiyana min vedigere bo sala 1987’an (1366). Di wê salê de bû ku min bo cara yekemîn rêberê navdar ê gelê xwe şehîd Dr. Qasimlo ji nêzîk ve dît, û dilê min bi dîtina wî geş bû. Ew roj ji min re bi qasekê xweş bû ku heya roja mirinê tu carî ji bîr nakim”.

Amîne Qadirî herweha roja herî nexweş a jiyana pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Rojên herî nexweş ên jiyana min, zaf in. Ew roj tu caran ji bîra min naçin ku RDKÎ nûçeya şehîdketina pêşmergên partiyê belav dikir. Em pir aciz dibûn, jiber ku bi şehîdbûna her pêşmergeyekê, me hevalek xwe yê dilsoz ji dest dida”.

Amîne Qadirî di dawiyê de rû li xelkê Kurdistanê û bitaybetî keç, jin û dayîkan dike û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tevî rojnameya Agiriyê tîne: “Peyama min bo keç û dayîkên Kurdistanê ev e ku, bi her awayekî ku dikarin, alîkar û piştevanê vê xebata rewa ya PDKÎ bin. Jiber ku heyama 70 salan e ku Partiya Demokrat bona dabînkirina ewlehî û jiyanek aram bo xelkê Kurdistanê xebatê dike û qurbaniyan dide”.