Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amrîka: Sûriye ji mûşekên Îranê “Fatih” îstifade dike

12:41 - 30 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Du berpirsên nîzamî yên Amrîka ê ragehandin, rejîma Sûriyê bi armanca serkût kirina Artêşa Azad, ji mûşekên “Fatih” ku li Îranê tên çêkirin îstifade diket.

Ev du berpirsên Amerîka ku nexwastine navê wan eşkere bibe, bi TV a “CNN”ê ragehandin, berê hêzên nîzamiyên rejîma Sûriyê mifah ji mûşekên “Iskad” distandin, lê di çand heftiyên derbas bûyî mifahê ji mûşekên Îranî ê bi navê “Fatih” werdigre.
Berê jî berpirsên Îsraîlê eşkere kiribûn ku Îranê Mûşekêm Fecr – 5’ê bi goropa Hemasê dane.

Nawenda ewlehî a Îsraîlê ragehand, ev mûşekane li rêka Sûdanê û Mîsrê û bi alikarîya Hemasê piştî ku tên perçe perçe kirin bi rêkên nihênî jibo Filistîn û Hemasê dihên şandin.
Gewrîya Refeh tenê rêya navbera wilatê Misir û Kerta Xeze ye û cihên din di bin deshilatdariya Îsraîlê dene.