Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ankara/ Pişikdariya şandek ji PDKÎ’ê di kongireya HAK–PAR’ê de

20:23 - 27 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Şandek ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li şeşemîn kongireya Partiya Maf û Azadiyê ku li Ankaryê bi rêve çû ,pişikdarî kir.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî, 26’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, heyetekî PDKÎ’ê, bi serpereştiya Rostem Cehangîrî, endamê Polîtbîroya PDKÎ, di 6’emîn kongireya Parteya Maf û Azadî (HAK–PAR) ku li Ankarayê hat lidarxustin, beşdarî kir.

11210.jpg
Heyeta PDKÎ li kongireya Partiya Maf û Azaî, Pêk hatibû ji Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî û Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Navendî yê PDKÎ


Rostem Cehancîrî endamê Polîtbîroya PDKÎ bi hinceta 6’emîn kongireya Partîya Maf û Azadî, peyama PDKÎ pêşkeş bi kongerê kir.

Heyeta PDKÎ di vê kongerê de hejmarek hevdîtin tevî partî û aliyên siyasî ên 4 parê Kurdistanê lidarxist û herwiha çendîn hevpeyvînên medyayî yên pişikdar di kongerê de, encam dan.

Li gor raporê, pişkekî berçav ji partî û aliyê siyasî yên her çar parçên Kurdistanê, kesayetiyên siyasî, rewşenbîr, medyayên beşdar di kongerê de bû.

Dawiya kongerê, hilbijartina serokê nû bû ku Fehmî Demir di hilbijartinekê de bo heyamê 2 salan pêşerojê bû serokê Partiya Mad û Azadî û cihê serokê pêşîn yê (HAK-PAR) wate “Kemal Burkayî “ girt.

11211.jpg


Deqa peyama PDKÎ bo 6’emîn kongireya HAK-PAR bi vî awayê ye:

Peyam bo kongireya şeşemîn ya Partiya Maf û Azadî (HAK-PAR)


Rêzdar Kemal Burkay, serokê Maf û Azaiyê!

Birêz endamên rêberiyê!

Hevalên beşdar di kongireya şeşemîn ya partiya tekoşer û azadîxwaz ya HAK-PAR

Bi boneya birêvebirina şeşemîn kongireya demokratîk û pêşkevtinxwazane ya partiya dost û hevalê me, partiya maf û azadî (HAK-PAR), em pirr bi dil pîrozbahiyê li we dikin, û gellek kêfxweş in ku hûn hevalên me di pêvajoya berdewamiya xebat û tekoşîn di pêxema maf û azadiyên neteweya Kurd di Kurdistana Tirkiyê de, kongireyeke din di vê serdema hestiyar de li dar dixin.

Di berahiyê de em hêviya serkevtinê ji kongireya we re dixwazin, û em hêvîdar in ku we kongireyeke pirr nawerok, û pirr ji hêviya gihîştin bi pêşerojeke geş hebe.

Hevalno!

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, û HAK-PAR du partî ji yek netewe, û di du parên cuda yên nîştiman, lê bi yek dîtingeh û boçûn li derheq mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd di hemû parçeyên Kurdistanê de ne, û me bi hevre derbazbûyiyeke dûr û dirêj ji têkiliyên dostane û hevaletiyê hebûye, û niha jî di du qadên cuda de, lê bi dîtingeh û boçûnên wekhev li dijî zulma siyasî û neteweyî ya ku li dijî gelê me bi rêve diçe, em xebatê dikin, û di salên pirr ji astengî yên xebatê de, em yar û piştevanê hevûdu bûn, û niha jî em li ser van têkiliyan pêdagiriyê dikin.

Her di vê biyavê de, û ji dîtingeha hevpar ve, me bo xebata azadîxwazane û demokrasîxwazane, û baweriyeke kûr bi cîbicîbûna xwestek û daxwaziyên gelê xwe li her parçeyeke nîştiman, di çarçoveyeke dadperwerane de hebûye, û ji bo gihîştina bi sîstemeke demokratîk û bidesthînerê mafê wekheviyê bo neteweyan me tekoşîn kiriye, û em berdewam in li ser vê pêvajoyê.

Her di vê derheqê de jî, me her du aliyan ew baweriya hebûye ku gihîştina bi pêşerojeke geş û demokratîk, hewcehî bi xebat li dijî bîr û hizra dîktatorane û pergala pawanxwazane di hemû şêwe û rûçikekê de heye, û daxwaza demokrasî û pêşerojek ku di berjewendiya xelkê de be, nikare li dijî azadiya tak û azadiya bi kom be, û nikare reftarek be ku têde haşakirin û dîktatorî hebe.

Dîroka xebat û tekoşîna we selimandiye ku hûn pêşeng û pêdagir li ser mafên neteweyî û gihîştin bi civakek demokratîk û dadperwerane di welatê Tirkiyê de, û bidestveanîna sîstemeke demokratîk û wekhev bo neteweya Kurd û Tirk di vî welatî de bûn.

Em hêvîdar in ku di vê kongireyê de jî, bi berçavgirtina rewşa nû û hestiyar ya herêmê, û herwisa guherînkarî û derfetên nû, di Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê de, di pêxema gihîştina bi pêşereojeke baştir, û bidetsxistina deskevtên mezin bo gelê me, wek derbazbûyî biryar û siyasetên cesûrane, û azadîxwazane bigirne pêş, û kongireyeke serkevtî û cihê dilxweşiya gel we hebe.

Ji aliyê PDKÎ ve, me peyama hevaltî, û hevrêtî û hevpêwendiyê ji we re heye, û di gel kêfxweşiya xwe bo lidarxistina kongireya we, em peymana hevaltî û piştevaniyê di pêxema riya dûr û dirêj ya gihîştin bi hêviyên neteweya me, di gel we nû dikin.


Serkevtin ji kongireya we re
Serkevtin ji gel me re
Berdewam be xebat heya gihîştina bi maf û azdiyan

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyaî