Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arteşa Azadkera Qezaqistan: “Em amade ne di wî welatî de şerê çekdarî digel hêzên ewlehî yên dewletî û hêzên Rûsiyê bikin”

17:21 - 8 Kanûna Paşîn 2022

Pêka girte vîdiyoyek ku li torên civakî de belav bûye, berpirsên girûpa “Arteşa Azadkera Qezaqistanê” soz dane ku digel hêzên ewlehiyên dewletê û herwisa digel hêzên “CTSO”yê ku bi rêberatiya “Rûsiyê” bo serkuta xwenîşanderan hatine şandinê, şerê çekdarî bikin.

Wezareta Berewaniya “Rûsiyê” rêjeyek zêde ji hêzên leşkerî, hêza esmanî û hêzên dije şoreş bo “Qezaqistan”ê şandine.

Welatê “Qezaqistan”ê ji warê çavkaniya wizeyê gelek dewlemend e û “Rûsiyê” heta sala 2050an binkeya esmanî (Astronomî)ya wî welatî bi kirê girtiye.

Ew welate digel mezintirîn kirîza xwe  ya wan çend dehikên derbasbûyî rûberû bûye, xelkê neraziyên “Qezaqistan”ê li derheq bilindbûna nirxa şewatê hatine ser şeqaman û ew bû sedem ku li seranserê “Qezaqistan”ê de xelk bêne ser şeqaman û nerizayetiya xwe nîşan bidin.

Herwisa xelkê nerazî koşka Serkomarî, xaniyê Serkomar, bankên dewletî û çendîn cihên din şewitandin û dixwazin wê hikûmetê biherifînin.

Dewleta “Qezaqistan”ê ji di bersiva xelkê de ji çendîn arteşên welatên cîran wek “Rûsiye û Tacîkistan”ê bo serkuta xelkê mifah vergirtiye û wî xelkî, bi terorîst binav dike.