Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asîmîlasyona nejadî li Kurdistana Îranê

14:12 - 9 Îlon 2012

Ferşîd Neqşefken

A sîmîlasyon an bişaftin, li proje û hewlidanek tundûtûj ji bo yekdestkirina herêmekê re di warê nejadî de tê gotin ku pirr car bi awayê dûrxistin, koçberî, cihgirkirina neçarî û komkujî û qirkirinê tê meşandin. Asîmîlasyona nejadî gellekî caran bi jinavçûna beşek ji berhemên dîrokî, goristan, avahî û sembolên şaristaniya wan neteweyan dike armanca xwe.

Asîmîlasyon metodek ji proseya kuştina nifşan e ku bêhtir bo jiholêrakirina gelê armancgirtî li herêmek cografî ya taybet tê encamdan û pirr car dibe sedema guhertina demografiya nejadî, neteweyî û olî ya wê deverê. Em dikarin bêjin ku nifşkujî û asîmîlasyona nejadî di rewşekê de herî zêde dişibin hev ku ew jî tunekirina neçarî ya grûpên nejadî, neteweyî, olî û îdeolojîkî ye.

Vir de emê ji bo zelalbûna asîmîlasyona nejadî ya desthilatdarên li Îranê derheq kurdan çend nimûneyan raxin ber çavan:
Koçbarkirina bi neçarî û dûrxistina hozên kurd ku li deverên rojavayê gola Urmiyê jiyan dikirin, bo sînorê Xorasanê û herêmên derdor ku wek nimûneyek destpêkî ya asîmîlasyona nejadî di pêvajoya dîroka Kurdistanê de li dijî Kurdan bê zanîn. Ji ber ku ew koça neçarî û zordarî ya kurdan bo deverên din ên Îranê bû sedem ku di pêvajoya sedan salan ji vê tevgerê, pirr sembolên neteweyî di nav wan de lawaz û kêmreng bibin. Bo mînak hoza Topkanlo yek ji wan malbatên mezin bûye ku ji ber jiyankirin li kêleka cîranên tirk û turkeman di çend sed salên borî xalên çandî û kultûrî di hundirê wan de lawaz bûye. Lê ligel vê yekê û hemû hewildanan bo jinavbirina nasname û ziman û çanda Kurdî di nav wan kurdên koçberkirî de, lê niha jî hesta neteweyî di nav kurdên Xorasanê de xurt bûye û berxwedana kurdên Xorasanê bêhempa bûye heta niha. Lê ev prose wek asîmîlasyona nejadî tê zanîn.

Komkujî û qirkirina xelkê sivîl û bêguneh li gundên Qarne û Qelatan û dehan komkujî û cinayetên mezin li gundên din ên Rojhilatê Kurdistanê, yek ji awayên herî tundûtûj û mezin ên nifşkujî û bişaftina dijî neteweyî bû ku di van salên dawî de Komara Îslamî ya Îranê li dijî gelê kurd meşand.

Roja 2`ê Îlona 1979`an, nêzîk demjimêr 13`ê nîvro, dema zarokên kurd li pêşberî malên xwe dilîstin, jin mijûlê karûbarên nav malan bûn û hejmarek ji ciwan û mêr li derdora gund karê cotkaarî û ajeldariyl dikirin, kirêgirtiyên rejîma Îranê bi tank, top û sîlehên sivik û giran, êrîş kirin ser gundê Qarne li bajarê Nexede. Rojnameya `Itilaat` a çapa Îranê roja 07.12.1979`an raporek li ser vê cinayetê belav kir û eşkere kir ku hêzên dewletên bi tank, top û çekên giran operasyona haan kirine.

Wê demê 80 malbatan ji gundê Qarnê jiyan dikirin, lê rojnameyên dewletê tenê hejmara qurbaniyên wê cinayet û komkujiyê 68 kes ragehandibûn! Hemû belge û şahidên bicihmayî ji vê bûyerê derdixin holê ku ev komkujiya siyasî ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat rêvebirin, projeyek bû ku bi aramnca bişaftin û jiholêrakirina grûpek etnîkî ya diyarkirî hatibû darêtin û bi kiryar û piştevaniya rayedarên naskirî yên dewleta Îranê hat meşandin.

Hêj çend meh ji şoreşa gelên Îranê derbas nebûbû ku li herêma Soma û Biradost a Urmiyê, zext û siyaseta kurdkujiyê gihîşte astekê ku zêdeyî 30 gundên vê deverê hatin valakirin û çend gund jî Gêçê û Heleqoş hatin wêrankirin. Gundî hatin neçarkirin ku koç bikin û wek hewlek bo nifşkujiya neteweyî tê hesibandin.

Li Kurdistanê pirr kesayetî û aliyan dixwestin bi rêyên aştîxwazane pêşiya liv û tevgerên hovane û cinayetkarane ên hikûmeta navendî bigirin, lê mixabin hemû ked û cehdên mirovî yên wan kesan bêencam man.

Kurd tenê bi sedema nasnameya wan a netewî tên neçarkirin ku xaka bav û kalên xwe bicîh bihêlin ku diçe çarçoveya asîmîlasyona nejadî û neteweyî, ji ber ku bi neçarî tên ferzkirin û berevajî xwesteka komek mirovan ev kar tê kirin.

Li gor Carnameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan a RNY ku di sala 1948`an de hate pejirandin, her core kiryarek bi armanca tunekirina grûpek nejadî, netewî, olî wek komkujiya grûpek taybet, pêkanîna xesarên pîskolojîk û cesteyî li ser grûpek taybet û derbelêdan bi wan kesan û ferzkirina hinek kiryarên berevajî viyan û xwesteka grûpek ji mirovan, faktên eşkere ên nifşkujî û bişaftinê tên hesibandin.

Li Îranê ji xeynî nifşkujî û tunekirina grûpek siyasî ku jê re siyasîkujî (Politicide) tê gotin, kuştin û şehîdkirina çendîn rêber û kesayetiyên mezin ên kurd ku dixwestin bi diyalog û gotûbêj û rêbazên aştîxwazane ava demokrasiyê li civaka Îranê zelal bikin û serweriay neteweyî ji gelê xwe re bidest bînin, pirr hovane hatin şehîdkirin. Simkoyê Şikak, Pêşewa Qazî Mihemed,
Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî çend nimûneyên berçav in ji wan kesayetiyên kurd di dîroka hemdem a Kurdistanê de ku bûn goriyê siyaseta tunekirina viyan û îradeya bihevre jiyana aştiyane û civakeke demokrat û dûr ji tûndûtûjî û asîmîlasyonê ji alityê desthilatdarên xedar.
Pêdivî ye ku civaka cîhanî û raya giştî li hemberî asîmîlasyon û nifşkujiya li dijî Kurdan li Îran û welatên din bêdeng nemînin.