Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta perwerde û hînkarî di parêzgeha Kirmaşanê de daketiye

10:27 - 13 Çirriya pêşîn 2021

Pêkja amarên rejîmê, asta pêşkevtina xwendevan û dibistaniyên wê parêzgehê daketiye û wekî berê serkevtinan di aliyê perwerde û hînkariyê de bi dest nayxin.

Bi sedema bernameyên seqet û nezanistî yên Wezareta Perwerde û Hînkariyê û herwisa neşiyan û bikênehatina berpirsên wê rejîmê, geşeya perwede û hînkarî di wê parêzgehê de rawestiya ye û wekî salên berê serkevtinan bi dest xwe ve nayxin û ew rewş gihîştiye qonaxeke trajîk.

Êdî xwendevan û dibistanî xelatên bi wec û seranserî bi dest nayxin û asta balkêşandin bo perwede û hînkariyê daketiye.

Cudatîdanîn, pirsgirêkên micid ên wekî nebûna hewcehiyên mamosta û dersxwanan, pirsgirkên civakî û bêhêvîtiya dibistanî, nûguhan, ciwan û mamostayên xwendingeh û zanîngehan û zêdetirbûna pirsgirêkên micid ên mamostayan  tirajêdiyek afirandiye ku asta serkevtinan bi qasekî zêde kêm kiriye û rejîma Îranê ti bernameyek bo çareserkirina wan pirsgirêkên trajîk û girîng tinîne.

Pêka marên rejîmê di sala derbasbûyî de li parêzgeha Kirmaşanê pileya 28 li amedebûna mamostayan, pileya 23 li rêjeya qutabiyan li  her polê û pileya 23 li beşdariya dersxwanan li zanîngehan û pileya 25 li serkevtin li zanîngehan de li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de heye.

Ji her hezar kesên wê parêzgehê bi tenê 6 kes di zanînehan birwanameyê  bi dest xwe ve tînin.