Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Astengên li ser riya sînemakariyê li Îranê de

12:24 - 15 Çirriya pêşîn 2012

W:Eskender Ceiferî

N ebaşiya têkiliyên Wezareta Îrşad û Hewzeya Hunerî ji aliyekî ve û dest bi kopalbûna wezareta Îrşad di warê derkirina mucewizên li hevanîna fîlmên nû ji aliyê din ve, bi xasmanî piştî dewreya dehemîn a serkomariyê, arîşên li hember berhemînerên sînemayê zêde kirine.

Fîlmname bi mehan li Wezareta Îrşadê de dimînin da ku mucewiza çêkirina wan bê dayîn. Rewşa Sînemayî a Îranê bi awayekî ye ku sinaryoyên rexneyî, çi civakî û çi jî siyasî, yan bi giştî mucewiz ji wan re nayê dayîn, an jî bi giranî têne sansorkirin.

Sînemakar û berpirsên sînemayan li Îranê, çavnihêrîtir ji berê, sînema xistine nava bandorek nû de. Ji alî din ve rê ji bo çalakiya fîlmsazî û berhemanîna fîlman gelek sînordar bûye. Her fîlmek ku rexneyî be, navê siyasîbûnê bi ser de tê zeliqandin.

Ewa jî di demekî de ye ku fîlmên bi ramanên civakî û hizra rexneyî û Janerek siyasî, du behsên herî cuda ji hev di sînemayê de têne hesibandin.


Berî şoreşa gelên Îranê, rê ji bo berhemînerên serbixwe vekirî bû û fîlmsazan dikarî bi çêkirina fîlman, ramanên xelkê ji bo aliyê siyasetê ve bikişînin, û wan rewşa dije çandiya civakê û bandorên berî şoreşê dixistin rojevê.


Ji alî din ve di wê rojê de ku “Oganays” ê berhemhînerê fîlma “Hac Aqa Aktorê Sînemayê” meyla Hac Aqa ji bo mêzekirina leyîz û reqsa keçikan beriya Yasaya “Rakirina Hicabê” bi destên Riza Şah nîşan da, heya dema ku kesatiyê yekemîn ê fîlmê bi navê “Daryûş Mêhr Cûyî” di fîlmê de bû Çêlek, û heya dilsarbûna Qeyser ji Sîstema Dadweriya Îranê û helwesta ji bo tolhildanê, û di dawiya çîrokê de “Sefera Kevir û Karmamizan” îdî dosyeya fîlmên siyasiye berî şoreşa gelên Îranê tê girêdan. Zorîneya fîlmên berî înqilabê, rexneyên çêker û Janerên siyasî bûn.

Piştî înqilabê, rewşa siyasiya sînemayî, giran û zehmet bû. Hêj çaşniya Îdeolojîkê bi li hevhîneriya fîlman hate zêdekirin.


Sînemaya Îranê piştî înqilabê jî serdemên berê bi çavên xwe dîtibûn. Ew bandora nû jî di rojên destpêka sînemayê de çê bûn û ji sînemayê re digotin “Mubtezel” wate “Fasid”. Ku ew yek, ji bawerên Îdeolojîkî pêk dihat.

Sînemaya Şer a Îranê jî hewil dida ku tirsa gencan ji mirina di şer de birazîne û gencên Îranê bivêrekane biçin şer. Rewşa ku li Îranê jê re dibêjin “Dowomê Xurdad” ku destpêkek ji bo guhartinkariya di sînemayê de bûn û ji nihêrînek Jornalîstî ve dest pê kir û ber bi li hevanîna çend fîlmên rexneyî ji bandora wê demê a siyasî û bi taybetî “Bertekên Nerazîtiyê” ve diçûn. Ew rewşe dimeşiya heya ku hilbijartina Serkomariyê, rewşek nû bi ser xelkê de ji bo demekî pêk anî.

Serdema ku piştî hilbijartinê pêk hat, digel serdema berî xwe ferqeke sereke hebû ku ew jî nebûna derhînerên serbixwe bû ku bikaribin siyasetê bidin ber rexneyê.

Di bandora ku li wê demê pêde li hev hatibû, îdî derhînerên serbixwe nedihatine tehemulkirin û ji holê dihatin derxistin.

Di rewşa ku tê de tevgerên serbixwe çi nebûn, fîlmek bi navê “Qeladêhayê Tela” wate “Qeladeyên Zêrîn” derxistin holê. Rexneya fîlmê bawerek cuda ji ramana nivîskarê fîlmnameyê bû. Lê li wir ew pirsyare derdikeve ku bi rastî nêrîna sînemakaran li ser wan fîlman çî ye?! Û li gor kîjan dadweriyan bûye ku ji wê fîlmê re dibêjin siyasîtirîn fîlm di dîroka sînemaya Îranê de?!

Ramanên weha bo nasandina fîlmekî, Janerên siyasî û hizrên desthilatdarên sînemaya Îranê ji bo xelkê dirojevîne û ew jî ew e ku; Sîstem nikare bipejirîne ku reqîbên sînemaya siyasî jî di holê de hebin, û di heman demê de çi bûdceyekî ji bo derhînerên serbixwe çevrê nake.

Bi giştî mirov dikare bibêje, derhînerên sînemaya Îranê weke ku hewcehî dike ji bo çêkirin û li hevanîna fîlmên ku zerermendiya civaka niha a Îranê di warê sînemayî û çandî ji aliyê desthilatê ve nîşan bidin, nekarîne deyna xwe a bi gelê xwe, ji bo nasandin û guhartina rewşa siyasiya Îranê bi cih bînin.
Çavkanî: WWW.BBC.COM