Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Astengên Sînema û Sînemakaran

19:45 - 24 Îlon 2012

A: Eskender Ceiferî

Her li destpêka hatine serkara Rejîma Komara Îslamiya Îranê ve givaşên ji aliyê desthilatê ve bo ser hunermendan roj bi roj zêde bûn.

Di destpêkê de wisa dihat xuyakirin, ku Xumeynî naxwaze pêşkeşkarên keç an jin hebin û mêran jî li Televîzyonê de hema dikarîn bi awayekî bêne xuyakirin ku bi gotina Rejîmê kinc û peyvînên wan tevlî rewşên Îslamî dijatiyê tunebin!

Her ew rewşe bi ser sînema û sînemakaran de jî dihat meşandin. Di sînemayê de fîlmên ku bi gotina rejîmê, hîcab têde nehatiye bikaranîn, mafê weşandinê çinîne û heya tê, ew rewş bi ser Sînemayê de pir girantir dibe.

Ji aliyek din ve, ev sînemakar û rexnegirên sînemayê ku rexneyê ji desthilat û yasayên sînemayê digirin, dikevine jêr givaşê û mafê gelek tiştan ji wan tê sitandin.

Mêhran Mudîrî, heneksazê Îranî ji bo ku di Fîlma xwe a naskirî bi “Şebhayê Bererê” angu Şevên Berereyê de bahsa ji Şah û ji ser kar birina wî û hatina desthilatek nû bi zimanê Henekê kiribû, ji sîma angu Deng û Rengê fermî hate bê parkirin. Piştî demekî ku Mudîrî, Heneka xwe a bi navê “Qehwêyê Telx” wate “Qehweya Tal” çê kir, car din tevî belavkirina wê berhemê li Deng û Rengê fermiya Komara Îslamî Muxalîfet hatekirin û Mêhran bi neçarî, berhema xwe kire DVD û derxiste Firotingehên Fîlman.

Hin ji çalakên warê Sînemayê li ser vê bawerê ne ku Îkran wate derketina fîlmê bo cara yekê, ji serketirîn astengên li hember çalakên warê sînemayê ne. Hin ji sînemakaran heya qasekî ji îkrana fîlmên wan re arîşe tên tiraşîn ku mecbûr dimînin weke “Mistefa Kiyanî” ê Sînemakar, li rojek taybetî de bo mînak cejna Remezanê, wê fîlmê derxin holê, heya ku bikaribin ji xwe re dahatekî kêm, an jî xerca fîlmê car din bi destve bînin.

Ew givaşên ji aliyê nawendên pêwendîdar ve bo ser sînemayan heya qasekî ye ku çalakvanên çandî nikarin civînên xwe ên çandî û Wêjeyî, bi bêy îzna Îdareya Ferheng û Îrşada Îslamî angu Îdareya Çandî û Rêniwîniyên Îslamî li holên sînemayan û salonên Amfî tiatran de birêve bibin.

Di demên dawiyê de gelek ji çalakên warê Tiatr angu Şanoyê ji çoyîna bo nava sînemayê û leyîstin di nava fîlmên sînemayî de veqetiyan. Ev yek jî bi sedema vê yekê bû ku ev xebatkarên warê Tiatrê, dema ku xwastin biçin nava sînemayê de, ji aliyê hewzeya huneriya Tehranê ve bi wan re hate ragihandin ku divêt di dewreyên fêrkariyên sînemayê de beşdar bibin û piştî ku evna karî di Ezmûnê de serkeftinê bi destve bînin, dikarin biçine nava sînemayê de, û di fîlmên sînemayî de bi awayek fermî bileyîzin.

Eva jî di demekî de ye ku kesên ku dixwazin xebata sînemayî bikin, heke girêdayî navendên hikûmî angu navendên weke “Bunyadê Şehîd” û “Difaê Muqeddes” bin, dikarin ji bo li hevanîna fîlmên pêwendîdar digel Siyasetên rejîma Îslamî a Îranê, bibin xwediyê hewcehiyên weke Şehrekên Sînemayî û li gişt îmkanatan Mifahê wergirin û di dema derketina fîlmê de jî gelek rêz ji wan tê girtin, û bi giştî ew derhînerên ku karê Siyasî di berjewendiya rejîmê de dikin, dibin xwediyê sirwet û dahatek bê mînak.

Hin ji rexnegirên sînemayê li ser wê bawerê ne ku siyasîkirina sînemayê, bûye egera viya ku îdî meyla sînemakaran ji bo derxistina fîlman kêm bibe, ji ber ku derhînerek ku dixwaze fîlmekî bi berhem bîne, ji xwe piştrast e ku heku ew fîlm rexnegirê Hikûmetê be, wê digel arîşan berbirû bibe.
Li gor gotina Navendên Hikûmî, ew derhînerên ku bi dîjî Hikûmetê dixebitin, ji ewlehiya netewî re metirsîdar in û divê pêşiya çalakiyên wan bê girtin.

Sansor jî yek ji astengên berbirûyê derhîneran e ku navendên pêwendîdare hukûmî jêre dibêjin Mumeyêziya Sînemayê. Dema ku Derhînerek, Fîlmekî bi berhem tîne, heke ew fîlm li jêr Sansor angu Mumeyiziyê derbas bibe, wê darêjtina fîlmê bi giştî tev hev bibe, û derhîner nekare mebesta xwe a sereke bigehîne. Gelek ji fîlmên derbasbûyî ji navenda sansor an Mumeyiziyê de, çîroka xwe a sereke ji dest dane, û bi vî awayî ku berhemhîner daxwazkarê firotina fîlmê bûye, ew fîlm nayê firotin.