Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Axavtinên vê dawiyê ên Beşar Esed

13:28 - 26 Kanûna Paşîn 2013

N:Lîz Silay

Roja 6’ê Çileya Paşîn Beşar Esed serkomarê Sûriyê li xwe derxistineke eşkere û kêmxûya de, tewaya wan kesan bêhêvî kir ku çavnihêr bûn hindî zûtir ew şerê navxweyî ji riya gotûbêj û danûsitandinan ve bigîje encamê. Di axavtinên vê dawiyê de avek paqij bi ser destê xwe de dakir, û di axavtinên xwe de tu nîşaneyek nîşan neda ku dixwaze desta ji deshilatê hilgire, yan jî tevî neyarên xwe bihê ser maseya gotûbêjan.
Serhişkiya wî di şer de nîşan dide ku tevî vê ku sipaha Esed xakeke zêde ji dest de derketiye, weha dixuye ku zêdetir aliyê tundûtîjiyê bi xwe ve bigre, ku heta hevalbendên herî nêzîk ên wî jî zêdetir ji vê xwînrêjiyê nîgeran dibin, ku her roj wek sitratijiyeke heyatî zêde dike û û zêdetir destê wî bi xwîna xelkê welatê wî sor dibe.
Di vê civînê de her çend ku vestiyayî dixuya, lê berberekanî dikir, her ku li xaneya opera di nawenda bajarê Dîmeşqê de dest bi axavtinê kir, tevî çepik lêdana germ ya alîgirên xwe berbirû bû. Serkomar gelaleya pilanekê dariştibû bona guherînê ku têde hikumeteke nû pêk were, peymaneke netewî bihê nivîsandin û referandom birêve here.

Pêşniyarên Beşar Esed gellek na rohn bûn, her çawa be mîkanîzmek nedabû ku li jêr vê mîkanîzmê de her wek opozisyon û piraniya welatên cîhanê daxwaz lê kiribûn ku dest ji deshilatê hilgire, lê ew naxwaze ku dest ji tu yek ji deshilatên xwe hilgire, çi bigîje bi vê ku deshilatê bide kesekî din. Di axavtinên xwe de berpirsatiya vê malkambaxî û xwînrêjiyê xiste stûyê welatên rojawa û ragehand ku pêş sekinandina şer û bangkirina bo konferanseke netewî bo danîna xişteyekê bo çaksaziyan divêt dawî bi alîkariya bi opozisyonê re bê anîn.

Esed di yekemîn axavtina giştîa xwe di meha Juenê heya niha ku nêzî du salan dibe ku serhildan bi dijî deshilata wî dest pêkiriye, her demê xwe rewa û xwedî maf hesibandiye, û herweha ragehandiye ku divêt bi hêza leşkerî berengarî dijberan bibe û wan tepeser bike, û wan weke terorîst û îxanetkar bihesibîne, û li qiseyên xwed edibêje “ Ew şer şereke li navbera welat û dujminên wî de. Şereke li navbera xelk û tawanbaran de. Ez dîsan we xatircem dikim, heya vê demê ku terorîstek di nav xaka Sûriyê de mabe, em şer bi dijî terorîzmê ranagirin”. Dema ku Beşar Esed ew yek got beşdarên civînê çepik ji Beşar Esed re lêxistin û sirûd jêre gotin.

Di vî heyamî de ku Esede qise kir, hêla înternêtê li Dîmeşqê de qut bibû, û hêzên hikumetê pirsgehên taybet li dewra paytextê danîbûn bo lêpirsîna ji xelkê. Bi vî halî jî tirsek ji dijberan hebû, heta di nav çeperên hêzên Esed de.
Lê qiseyên Esed cihê nîgeraniyê bûn, serbarê wan hemî xwînrêtinan hêzên Esed beşek zaf ji xaka welatê xwe ji dest dane, bi vî halî jî wî jêve ye ku dikare deshilata xwe bidomîne, bê tu cure sazanekê yan dana tu poanekê. Xanima Vîktoriya Noland berdevê karûbarên Wezareta Derve a Amerîkayê li waşingtonê pêşniyarên Esed ret kirin, jiber ku ew jî nîşaneyek din ji destbernedana ji deshilatê ye bi armanca tepeseriya zêdetir ya xelkê Sûriyê.

Herçend ku pêşniyarên Esed her ew bûn ku di derbasbûyî de kiribûn û li gorî rewşa welat, dijberan kariye li jêr çetra sipaha Azad a Sûriyê de beşek zaf ji bakûr û rojhilata Sûriyê bi destve bigre, û radeyek berçev çek û teqemeniyan bi dest bixin. Lêkoler dibêjin ku bîrkirina Esed tu gehrtin bi ser de nehatine.

Sîbera Dîplomasiyê

Serberdayiya Esed sîbera xwe xistiye ser vê pêla çalakiyên dîplomasiya ku ji riya Ezxer Îbrahîmî, nûnerê taybet ê NY di holê de ye, hewil daye ku bi aramî û zext xistina li ser layenan kêşeyan li ser bingeha lihevhatinekê çareser bike, ku di meha Havîna borî li Jinêvê de, Amerîka û Rûsiye li ser wê lihevhatin, ku her du alî pêdgirin li ser û hewcehî bi rêçareya dîplomasiyê heye, lê girêdayî ye bi rolê her yek ji aliyan, heke bikin û Esed jî encam bide.

Esed li axavtina xwe de ew yek ragehand ku amade nine tevî opozisyona derve û tevî dijberên navxweyî ku niha li halê şer de ne, gotûbêjan bike, ku bê razîkirina wan serkewtin bê wate ye. Di demekê de ragehand ku: “ dijberên me ku îdeolojiya îslamî hene, pêwendiya wan bi Elqaîdeyê re heye, û opozisyona siyasî jî pêlîstoka destê welatên rojawayî ne û îxanet bi Sûriyê kirine”. Dema diyarîkirî bo axatinên wî bi qasî payama wî watedar bû. Wî hewil dida ku dijberan biçûk nîşan bide, lê li çend heftiyên borî de gellek destkewtên leşkerî bi dest xistin.
Sernekevtian Esed bû sedema vê ku bo heyamê çend mehan li nav cemawerê xwe dse amade nebe. Vê yek guman pêk anîbû ku renge Esed ji rewşa xwe pirr nîgeran be, û zextek bêqas li sewr e, û rojbiroj ji koşka serkomariyê zêdetir dûr dikeve. Renge tirsiya be û bîr ji silametî û pêşeroja xwe bike.

Bi vî halî jî her çend ku zer p lawaz dihate berçav, lê li ser axavtina xwe pêdagir bû, ew jî kuştar û xwînrêjî bû, û bona parastian deshilatê dest ji kursiyê xwe hilnagre, û li axavtina xwe de got: “ bi tu awayekî em desta ji rêbaza diyarêkirî a xwe naînin, dest ji mafê xwe nakêşin, emê bergirî ji welatê xwe bikin, û emê wek derbazbûyî emê berdewam bin”. Ew gefên navbirî her wek axavtinên Qezafî diçe, ku li demên dewiya deshilata xwe de dikir, û ew yek pîşeya tewaya dîktatoran e.

Îran tenê welatek e ku piştevaniya axavtinên Beşar Esed kie. Elî Ekber Salihî wezîrê karê derve ê Îranê got: “ ew gelaleya Esed dijî tundûtîjiyê ye. Dijî kiryarên terorîstî û destêwerdana derekî di vî welatî de ye, bona diyarîkirina pêşeroja welat li ser bingeha curbicurî û beşdariya siyasî a hemû aliyekê”.

W: Mo’tesem Nûranî

Çavkanî: www.washingtonpost.com