Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Azardana xelkê gundê Lorkanê ji aliyê hêzên rejîmê ve

14:04 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îranê avêtin ser xelkê gundê Lorkanê yê devera Deştebêla Şinoyê û tevî komkirina mahwareyên wan, bêhurmetî bi xelkê kirin.


Li gor nûçeyê gihîşî mallpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî 25’ê Tîrmeha 22’na, hêzên rejîma Îranê bi ser gundê Lorkanê yê devera Deştebêlê de gitin û piştî azardan û bêhurmetîkirin bi xelkê wî gundî, dest bi komkirina dezgehên mahwareyên wan kirin.
Gundê Lorkanê li devera bêpar û dûrketî a Deştebêla Şinoyê hilkevtiye û rejêm hewil dide bi komkirina dezgehên mahwareyên wan, pêşî ji gihîştina her zanyariyek hewce bi wî xelkî bigrin û pêtir wan ji mafên seretayî û mirovî bêpar bikin.