Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bahoza Xwê, diyariya rejîmê

20:45 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012

Arif Vêlzî


Gola Urmiyê mixabin niha li rewşek hestiyar û metirsîdar de dijî û nefesên dawîn ên xwe dikişîne. Ji ber ku piştî hatine serkara rejîma Komara Îslamî li Îranê de em dibînin ku ne tenê tu girîngiyek bi avedanî û parastina xweza û jingehê bi taybetî li Kurdistanê nehatiye dan, belkî gelek caran jî bi awayek rasterast bûne sebeba jinavçûna bedevî û jîngeha kurdistanê.

Gola Urmiyê jî yek ji wan sermayeyên nîştimanî ye ku ji ber guhnedan û siyasetên dijîgelî û neberpirsane ên rejîmê niha bûye rojeva medya û ragehandinên cîhanî. Ji ber ku encamên xirab û pirr metirsîdar ên hişikbûna wê bûye gefek micid li ser xweza û rûniştiyên derdora Urmiyê.

Mixabin siyasetên dujminkarane ên rejîmê li dor rêberî û kuntirol nekirina bikaranîna avên bin erd û ser erd ên derdora behra Urmiyê, avakirina avbendan li ser çem û rûbarên herikî bo nav Golê û herweha avakirina pira bikuj Kelanterî li ser golê ji sedemên serekê ên çêbûna vê tirajîdiya jîngehî tên hesibandin.

Her çiqas ku kêmbûna rêjeya baran barînê û bilind bûna pileya germê jî bi xwe fakterek din ya hişikbûnê ye.

Bi her hal ji ber wan fakteran ve em dibînin ku di heyamê 15 salên derbazbûyî de 6 metir ji ava Gola Urmiyê dakewe û ber bi hişk bûnê ve biçe û vê rewşê biafirînin ku niha behra Urmiyê têde dijî. Wate karesat û tirajîdiyek mirovî li rê de ye ku zirarên wê nahên qerebû kirin.

Ji ber ku şûnwarên hişikbûna gola Urmiyê niha bi awayek berbiçav dixuyin û vê yekê jî bandor xistiye ser jiyana xelkê li deverê û heya niha çendîn gundên dewbehrê hatine valakirin.

Pisporan daye zanîn ku hişikbûna Gola Urmiyê, 10 milyard ton xwê dê li xwe bi cih bihêle û di encama ba u bahozên demsalî de, weke toz û dûmanê wê biser xelk û deverê de bibare û piştî derbasbûna çend salan xincî jinav çûna kar û erdên cotkariyê, û herweha jîngeh û xwezaya wan deveran, di demdirêj de wê bibe sebeba serhildana nesaxiyên weke penceşêr û gelek nesaxiyên din.
Di çend rojên derbazbûyî de me dît ku bi rabûna bahoza demsalî a ba, ku niha bi dûmana xwê tê naskirin, bi awayek berfireh xwê bi ser deverê de barandiye û canê bi milyon kesan xistiye bin bandora xwe. Hekî bi vî awayî biçe pêş, di dahatiyek ne dûr de wê xelkê deverê neçar bibin ku mal û halên xwe bi cih bihêlin û ber bi bajar û deverên din ên Îranê koçber bibin û nexwastî zirarên zaf ên canî, madî û jîngehî bipejirînin.