Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Bokanê

20:31 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012

Mecîd Cinîkanlû


Bokan, yek ji bajarên din yên parêzgeha Urmiyê ye. Bokan di herêmek çiyayî de cih girtiye û bi yek ji bajarên herêma Mûkiryanê tê hesibandin. Bokan ji hêla bakûrî ve tevî bajarê Miyanduavê û ji hêla başûrî ve li gel Şaristana Seqizê û ji rojihilat ve li gel bajarê Şahîndêjê û ji hêla rojava jî li gel bajarê Mihabadê ve hevsînor e.

Li gor serjimêriyan, nifûsa Bokanê 208,204 kes e. Xelkê bajarê Bokanê bi giştî Kurd in û bi zimanê Kurdî, zarawê soranî dipeyvin. Piraniya xelkê bajarê Bokanê bi karê ticaret û çandinê ve mijûl in. Lê hin ji xelkê Bokanê wek bajarên din yên ser sînor bi karê Kasibkariyê ra mijûl in.

Xelk bo bijîva jiyana xwe naçar in ku her karekî bikin û bi vî awayî debara jiyana xwe dabîn dikin. Azeriyên ku li Bokanê dijîn, hejmarek gelek kêm in û zêdetir kesên girêdayî bi dewletê û karmendên Îdareyên wê ne, lê heta niha jî herdem rijêma Îranê hewil daye bona serxistina siyaseta helandinê û herweha şikandina îradeya Kurdan, hejmara azeriyan bona akincîbûnê li Bokanê da zêdetir bike. Eve jî metodeke ji siyasetên qirêj yên dewleta Îranê dijî gelê Kurd.

Bajarê Bokanê jî wek gelek ji bajarên din yên Kurdistanê xwedî dîrokek gelek kevnar e di gelek belge û nivîsan de hatiye ku beriya 3000 salan navê Bokanê ayzbirto bûye û di wê demê da paytexta dewleta Manayîyan bûye.

Gelek tiştên dîrokî yên ku niha li mozexaneyên welatên ewropî de hene, diyar dikin ku şarstaniyeta Mannayî giringiyek mezin bi karê hunerî daye. Niha jî li gelek gund û çiyayên derdora Bokanê da berên gelek ciwan hene ku li serdema şarstaniyeta Mannayî an de hatine nexşandin.

Li ser vê yekê ku çima navê Bokanê li ser vî bajarî hatiye danîn, gelek tişt di pirtûkan de hatine nivîsîn. Lê gelek nivîskar û dîrokzanên Kurd dibêjin ku di serdema gelek kevin de ji ber ku du kaniyên mezin li nêz bajar da hebûne û ava wan gelek xweş û zêde bûye û gelek mifa gihandiye xelkê, loma xelkê wê deverê gelek caran diçûne ser wan kaniyan, ji ber ku gelek cihên xweş û dilrevîn bûne û navê (bûk)ê lê kirine ku bi derbasbûna demê ra bûye Bokan.

Hin nivîskarên Îranî jî dibêjin ku dema êrîşa Muxolan da yek jî fermandarên leşkerê Çengîzxan navê xwe daniye ser wê herêmê. Li serdemê împeratoriya Eşkaniyan li Îranê de Bokan cihek girîng bûye û niha jî bermayên ku li gelek gund û çiyayên Bokanê de hene, wê rastiyê diselimînin.

Gelek caran ji ber sedemên şer û êrîşan ve, Bokan hatiye şevitandin û wêran kirin. Dibêjin ku li serdemê împeratoriya Qacar û di dema Nasiredîn Şah de Bokan wekî gundekê bûye. Piştre bi pêşveçûnên ku li herêmê da dirust bûne, Bokan bûye bajarek xweş û gelek cihên girîng têda hatine dirust kirin.


Li şerê cîhanî ê yekê da Bokan di destê ûrisan da bûye, piştî şoreşa Rûsiya û dema ku hêzên Rûs ji Îranê çûne der, hêzên Tirik xwe li Bokanê da binecih kirin. Bokan jî wek gelek bajarên din yên Kurdistanê xwedî cihek gelek giring di serhildana rizgarîxwazî a gelê Kurdistanê de bûye.

Li serdemê Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê, xelkê Bokanê gelek alîkariya Komarê kirin û di rêya serbestiya netewa me da nirxên bihagiran pêşkêşî gelê me kirin. Li wî bajarî de gelek rêber û bijarte hatine nav çepera xebata rizgarîxwazî û netewî de.
Herweha bajarê Bokanê bi bajarê helbestvanan tê nas kirin. Kesên wek Mamosta Hejar, helbestvanê navdar yê gelê Kurd ji wî bajarî ve hatiye nav çepera şoreşa azadîxwaziyê û bi salan seba mafxwaziyê aware û derbider bûne.

Şehîd û rêberê gelê me Dr. Sadiq Şerefkendî jî bi eslê xwe xelkê bajarê Bokanê ye. Şehîd Selam Ezîzî ku kesatiyek naskirî û endamê polîtbîroya PDKÎ jî xelkê Bokana bûka Kurdistanê ye ku êdî niha bûne sermiyan û nirxên gel.

Ji ber wan nirxên giran, dewleta Îranê her tim hewil daye ku vî bajarî bixe bin kuntirola xwe de. Li salên berê de xelkê bajarê Bokanê li xebata xwe ya sivîl a bi dijî şehîd kirina Dr. Qasimlo de destanên mezin ji xebatê afirandin û ew yek bûye sebeb ku hertim rejîma Îranê li hewla têkdana bajêr be.

Li nava xelkê Bokanê de gelek hunermendên baş hatine nav qada mûzîka Kurdî û kesên wek Hesen Zîrek û bilûrvanê navdar yê gelê Kurd ‘’Qale Mere’’ xwediyê cihekî taybetî li hemû beşên Kurdistanê ne.

Hunermendên ku tucarî qîmeta hunera Kurdî bi nirxên dewletî nedan û hertim li cem gelê xwe jiyan kirin û îro rojê jî li nava dilê gelê xwe de jiyanê dikin.

Her wusa bi sedan ciwanên welatparêz yên Bokanê nava Partiyên sîyasî yên Kurdistana Îranê û bi taybetî li nav PDKÎ de şehîd ketine yan niha jî li halê xebatê de ne.

Bokan herwek navê xwe bi Bûka Mûkiryanê li nav xelkê kurdistanê de hatiye naskirin û hertim piştqahîm bûye bi çiyayê Terexe û pala xwe daye xelkê welatparêze kurdistanê û li rex wan sekiniye û banga azadiya Kurdistanê dide.