Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Pîranşehr

00:01 - 24 Hezîran 2012

Kurdên herêmê li dirêjahiya dîrokê û li hemû qonaxên xebata netewî ya gelê Kurd li dijî dagîrkerên Kurdistanê xebat kirine û kesyetiyên wekî Bapîr Axa Mengur, Hemze Axa Mengur û bi sedan kesayetiyên din pêşkêşî tevgera rizgarîxwazî ya Netewa Kurd kirine.

Li serdemê serhildana gelên Îranê li sala 1975a zayînî gelê Kurd xwest ku bi mafên xwe yên Mirovî û dîrokî şa be, lê sed heyf û mixabin rejîma Melayan ev yek nepejirandin û her seba vê yekê şerekî malwêranker bi ser Kurdistanê de sepandin. Li encama ew karê rejîma Îranê bi sedan ciwanên welatparêz tevlî serhildana gelê Kurd bi rêberîya PDKÎ bûn û li dijî rejîma Îranê rawestan.

Mecîd Cinîkanlû


Herêma Pîranşehrê li parêzgeha Urmiyê û li Sînorê başûr û rojhilatê Kurdistanê hilketiye. Navenda vê Şaristanê, bajarê pîranşehrê ye. Navê qedîm yê bajêr, Xanê bûye. Lê bi derbaz bûna zeman navê bajêr seba akincî bûna eşîra Pîran li herêmê bi Pîranşar hat navdêr kirin. Bajarê Pîranşehrê seba hilkevta coxrafiyayî û hilktin li çem çiyayên Qendîl, Hacî Birahîm, Sûre Dal û Çil Bizne, xwediyê av û hewayekî sar û çiyeyî ye. Ev herêm ji 2 Melbendên Navendî û Lacanê pêktê û xwediyê 2 bajarên Pîranşehr û Girdkaşanê ye.

Li herêmê de gelek rûbarên bi av wek: Sêlwê, Lawên, Badînavê, Gede û zê hene kû piraniya wan têkilî rûbarê Zê dibin û paş derbaz bûn li herêma Serdeştê, dirêjine nav bendava Dukan li başûrê Kurdistanê.

Li çiyayên herêmê de gelek heywanên kêwî wek: Hirç, Mambiz, gorg, rêwî û ...hdw hene ku ji aliyê Îdareya Jîngehê tên parastin.

Nifûsa akinciyên herêmê li sala 1388a rojî 30617 malbat bûye ku 107677 nefer akinciyên wê herêmê ne.

Herêm seba çiyayîbûnê gelek daristan hene û ev yek bûye sebebê vê yekê ku xelkekî zaf li seranserî Îranê ji bo Seyran û xweşiyê serdana vê herêmê bikin û ji bo demekê dûr ji hemû kêşe û pirsgirêkên nav civakê li vê herêmê demekî xweş bi ser bibin.

Li girîngtirîn Seyrangehên herêmê em dikarin îşare bi: Pirdanan, Çiyayê Qendîl, Badînavê, Qelatî Şay, Kanî Zerd û Solê Xerpap bikin.

Her wusa li herêmê de 113 şûnwarên dîrokî yên gelek kevnar hene ku eva jî xwe bûye sebebê hatina xelkekî zaf ji bo dîtina wan asewaran. Pêka wan şûnwarên bicih mayî li herêmê de şaristaniyetên wek: Manayî, Parsayî, Ûrator, Med û ...htd akincî bûne.

Kela gundê Şînawê, Kela motawê, Kela Celdîyan, Kela Peswê, Kêla berde Mafûre, Daşan û kevirên gundê Xûrinc li girîngtirîn asewarên dîrokî yên herêmê ne.

Hebûna bazarçeya sinorî a Temer çîyan li navbera welatê Îran û Başûrê Kurdistanê û hinartin û anîna pêdawîstiyên herêmê li rêya vê bazarçê, girîngîyekî zaf daye herêmê û ev bazarça sinorî wek yek ji serekîtirîn bingehên peyda kirina dahatê bo xelikê herêmê tê hejmartin. Hebûna vê bazarçê, bûye sebeb ku xelkekî zaf ji seranserî Îranê serdana wî bajarî bikin û pêdviyên jiyan xwe li wir bidest binin.

Zewiyên baş jibo çandiniyê û hebûna avekî zaf ji bo çandiniyê, bûye sebebê vê yekê ku li herêmê de kiştûkaliyê derfetekî baş hebe.

Piraniya berhemên wek: Genim, Ce, Silk, Nûk, goleberoj û darên wek: Sêv, Xox, Gîz, Qeysî, Tirî û ...hdw li herêmê de berhemekî gelek baş hebin û ev yek jî bûye sebebê avedaniya herêmê. Her seba vê çandinîya baş li herêmê de Karxaneyekî çêkirina Qendê heye ku parek zaf ji pêdiviyên parêzgeha Urmiyê dabîn dikin. Li herêmê de her wisa xelkekî zaf heye ku mijûlê karê heywandariyê ne û ji vê rêyê ve jiyana xwe dabîn dikin. Li piraniya gundên herêmê xelik heywanan xwedî dikin û li bihar û hawînê zozanên bo çiyayên herêmê wek Qendîl û geliyê Hacî Birahîm diçin û li wir dimînin.

Ev yek jî bûye sebeb ku dahatekî baş ji bo xelkê herêmê çêbe
Xelkê herêmê hemû Kurd û bi zarawê Soranî qise dikin û li 3’ê hozên Mameş, Pîran û Seyîd pêk tên.

Ev herêma Kurdistanê gelek caran kevtiye ber êrîşa desthilatdaran û mixabin hatiye kavil kirin. Li serdemê şerê Îran û Îraqê ew bajar bi dehah car hate kavil kirin û bi sedan kes ji xelkê herêmê hatin kuştin.

Kurdên herêmê li dirêjahiya dîrokê û li hemû qonaxên xebata netewî ya gelê Kurd li dijî dagîrkerên Kurdistanê xebat kirine û kesyetiyên wekî Bapîr Axa Mengur, Hemze Axa Mengur û bi sedan kesayetiyên din pêşkêşî tevgera rizgarîxwazî ya Netewa Kurd kirine. Li serdemê serhildana gelên Îranê li sala 1975a zayînî gelê Kurd xwest ku bi mafên xwe yên Mirovî û dîrokî şa be, lê sed heyf û mixabin rejîma Melayan ev yek nepejirandin û her seba vê yekê şerekî malwêranker bi ser Kurdistanê de sepandin. Li encama ew karê rejîma Îranê bi sedan ciwanên welatparêz tevlî serhildana gelê Kurd bi rêberîya PDKÎ bûn û li dijî rejîma Îranê rawestan.

Ciwanên vê herêmê jî li vê serhildana dîrokî pişikdarî kirin û bi sedan ciwanên wî bajarî li rêya demokrasî û mafên netewî yên gelê Kurd canê xwe yê pak goriyê azadî û neteweya xwe kirin.

Li wî bajarî bi sedan Pêşmerge û fermandeyên wek: şehîdan Qadir Êftixarî û Îbrahîm Şêxalî pêşkşî baregeha azadiya gelê xwe kirine.