Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Selmasê

21:45 - 22 Nîsan 2012

Mecîd Cinîkanlû

Di serdemê kevin de Ermeniyan digotine cihê niha ê Selmasê, Kurd Çîya. Herweha navê niha ê Selmasê di zimanê Kurdî û bi zaravê Kurmancî “Selemast” bi wateya bayê hênik ê şefeqê ye, ku bi sebebê nêzîkiya bi behra Urmiyê hertim bayekî hêdî û hênik li wir tê.

Şaristana Selmasê bi rûberê 2882 Kîlometra çargoşe li bakûra rojhilatê kurdistanê hilketiye.
Li gorî serjimêriya sala 2005’an, ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye encamdan, hijmara nîşteciyên bajarê selmasê digîje 180708 kesan, ku ji wan 91796 kes mêr in, û 88912 kes jî jin in.
Şaristana Selmasê li 8 herêmên bi navê: Kinarberoj, Çarî, Şîne Tal, Girdiyan, Şipîran, Kore Sunî, Lekistan û Humê pêk tê.

Ev herême ji aliyê bakûr ve tevî bajarê Xoyê, ji aliyê başûr ve tevî bajarê Urmiyê û ji aliyê rojava ve tevî bakûra Kurdistanê cîran e. Bajarê Selmasê bi rûberê 7 Kîlomêtra çargoşe navenda vî şaristanê ye.
Bajarê selmasê; yek ji bajarên herî ciwan û xweş yên rojhilata Kurdistanê û parêzgeha Urmiyê ye. Selmas dû beşên xwe yên serekî hene, beşek ku dibe navenda bajar û beşa din jî dibe beşa çiyayî, ku gelek daristan têde hene û gelek balkêş e. Beşek ji bajarê Selmasê dibêjnê Kitban, ku niha wekî herêmek dihête nasîn, di serdemê Hexamenşiyan de Selmas ser bi Ermenistanê dihate hesibandin û navê Zarwend danîbûne ser vê herêmê.
Mihemd Resûl Hawar di Pirtûka xwe a bi navê “Tevgera Netewî a Simkoyê Şikak”de dinvîse: Di serdemê kevin de Ermeniyan digotine cihê niha ê Selmasê, Kurd Çîya. Herweha navê niha ê Selmasê di zimanê Kurdî û bi zaravê Kurmancî “Selemast” bi wateya bayê hênik ê şefeqê ye, ku bi sebebê nêzîkiya bi behra Urmiyê hertim bayekî hêdî û hênik li wir tê.
Yaqut Hemewî gerîdeyê Ereb ku li sala 54’an a Heyvî de serdana vî bajarî kirîye, dibêje: Selmas xwediyê bazareke gelek xweş e. Mizgewtek di vî bajarî de heye ku bi keviran hatiye çêkirin û akinciyên bajar Kurd in.
Di serdemê Eşkaniyan de Selmas, herêmekî navbera Îran û Romê de bûye, lê piştî şikesta Xosroyê Eşkanî ev herêm kete ser hikûmeta Sasaniyan.
Yadigarek ji hikûmeta Sasaniyan li Çiyayê Pîrçawiş li ser rêya Urmiye–Selmas li nêzîk gundê Xan Textî bi cih maye ku nîgarê du kesan li ser wî kevrî hatiye kişandin, ku yek Erdeşîrê Sasanî û yê dinê Şapûrê kûrê wî ye.
Selmas ji ber ku cihê xwe yê stratêjî heye, û xwediyê daristanan û xwezaya xwe ya gelek xweş, û avek geleka zêde ye, bûye sedem ku xelik her ji kevin de, li vê herêmê de nîştecî bin. Selmas gelek caran ji encamê şerê navbera Îranê û welatê Rûmê û Osmanî û Rûsiya da hatiye şewitandin, ji ber ku nêzî wan welatan bûye. Li dema şerê Împiratoriya Sefewî û Osmanî da bajarê Selmasê gelek xisar dît, û li gorî gelek pirtûkan, ew bajar bi tewahî ji hêla Osmaniyan ve hatiye xirabkirin û şevitandin, û nîşteciyên Selmasê ber bi bajarên Urmiyê û Xoyê ve reviyane û li wan deran nîştecî bûne. Di sala 1920’î de, erdhejeke gelek mezin li wî bajarî çêbûye û xisarek gelek mezin gihandiye bajar. Padişahê Êmpiratoriya Sasanî Şah Şahpûr girîngiyeka taybet daye bajarê Selmasê, û gelek cihê xweş têda ava kirine û navê bajar jî kiriye Şapûr. Ew nav heya dema şoreşa gelên Îranê jî, her wekî xwe ma. Lê belê dema melayên Îranê deselat bidestve girtin, navê gelek bajaran guherîn, û navê Şapûrê jî hate guherîn û bû Selmas.
Di vê herêmê de êlên Kurd yên Şikak, Donbolî, Celalî û Koresunî jiyanê dikin. Selmas xwediyê rolek berçav bûye di bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd de û rejîma Îranê her dem hewil daye ku wî bajarî bixe bin kontirola xwe de, û li ber vê yekê Azerî li gelek cihên din anîne Selmasê, ku dijî kurdan bikar bînin, gelek erdê kurdan bi sedemên cuda ji wan hatine standin, û Azerî li selmasê dijî kurdan bikar anîne, niha li navenda bajarê Selmasê hijmareka Azerî nîştecî ne, lê piraniya herêmê Kurd in.
Selmas hertim û di dirêjiya dîrokê de li destê Kurdan de bûye û gelek caran xortên vê herêmê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebatekî zaf kirine.
Simkoyê Şikak yek ji wan rêberên azadîxwaz yê Neteweya Kurd e ku bi salan ji bo vê armancê xebat kir û canê xwe di vê rêya pîroz de pêşkeşî neteweya xwe kir.

Piştî bidawîhatina şerê yekemîn ê cîhanî li salal 1914-1918’an piraniya neteweyên bindest ji xwe re welatên serbixwe ava kirin, lê wekî hertim dîrok dîsan bo Kurdan ducarî bû, û tenê neteweya Kurd bû ku negihîşt daxwazên xwe. Li herêma Selmasê piştî îxaneta dewleta Îranê û şehîdkirina Cewer axayê birayê mezin yê Simko, Simkoyê Şikak gehîşte desthilatê û bilez ji bo avakirina dewlata Kurdî hewil da, lê mixabin piştî 23 salan xebat û tekoşînê li sala 1930’î li bajarê Şinoyê de hat şehîdkirin.
Ji kesayetiyên herî naskirî yên herêma Selmasê, em dikarin îşarê bi: Mihemd axayê Şikak, Cewer axayê Şikak, Simkoyê Şikak, Emer xanê Şikak û ...hwd bikin.