Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Serdeştê

19:53 - 24 Îlon 2012

Mecîd Cinîkanlû

B ajarê Serdeştê yêk ji bajarên parêzgeha Urmiyê ye, ku dikeve sînorê navbera rojhelat û başûrê Kurdistanê. Serdeşt bi dar û çiyayên xwe yên ciwan dihête nasîn, herweha hewayê bajarê Serdeştê gelek xweş e.

Serdeşt ji dû pişkên serekî pêk têt, beşa Merkez û beşa Weznê, ku pişka çiyayî ew in: Alan, Bîjwe, Bask Kulse, Birîswe, Biriyacî, Bîwiran, Siflî, Milkarî, Nilas. Hijmara nîşteciyên bajar nêzîkî 120 hezar kes in, ku hemû jî kurd in.

Di gelek pertûk û belgeyan da hatiye nivîsîn ku bajarê Serdeştê cihê jidayikbûna pêxember zerdeşt e û gelek kes li ser vê baweriyê ne ku di eslê xwe de navê Serdeşt ji navê Zerdeşt hatiye wergirtin. Bajarê kevin yê Serdeştê li rex bajarê niha li rex rûbarê nêyzerû hatiye çêkirin. Gelek belge û destnivîs hene, ku li ser kevir û ketîbeyan hatine nivîsîn.

Hin nivîskar û dîrokazan dibêjin: Serdeşt ji dû peyvên (ser) û (deşt) pêk hatiye, ji ber ku li destpêka deştê de ye, ew nav danaye ser bajar. Serdeşt di dema êrîşên Ereban li ser Îranê ketiye ber êrîşa Ereban û hatîye wêrankirin. Gelek kes hatîne kuştin û bajar hatiye şewitandin ji ber ku bajarek sînorî ye, gelek caran wêran bûye.

Di gelek pertûkên dîrokî de hatiye ku Serdeşt di dema Mixulan da bi giştî carek din wêran bûye, lê dîsan xelkê ew der avedan kirîye. Herwisa gelek kel li nêz bajar û gundên derdorê hene, û eva jî nîşana vê yekê ye ku bajar hertim di metirsîya êrîşan de bûye.

Di Sala 1900\'î a Zayînî de, bizavên kurdî hêdî hêdî serî hildane û dijî dagîrkeran şer kirine. Herêma Serdeştê jî ji ber cihê xwe yê sitratîjî û şiyanên parastina xwe, cihek gelek xweş ji bo berxwedana şoreşgêrên kurd bûye.

Li Serhildana Simkoyê şikak ve bigire heya şerê salên 1980\'î yê partiyên kurdî dijî dewleta Îranê, herdem Serdeşt cihê xwe yê taybet hebûye, ji ber hindê jî rejîma Îranê gelek serbazxane di bajar û derdora bajar de çêkirine û bi rêkên cuda cuda hewil dane ku pêşiya bizavên kurdî bigirin.

Di dema ku şerê Îraq û Îranê li salên 1980–1988\'ê çêbû, herêma Serdeştê gelek xisar dît, û Serdeşt kete ber êrîşa kîmyabaranê û gelek jin û zarok û mirovên bê tawan canê xwe ji dest dan. Ev kîmyabarana xelkê sivîl yê Serdeştê haya îro rojê jî li ser ceste û sirûşta bedw ya Serdeştîyan xûya dike û gelek birîndarên wê karesatê hene, ku heya îro rojê jî, ji aliyê dewletê ve tu alîkariyek bi wan re nayê kirin, û gelek belengaz bi derd û êşên xwe dimirin.

Di herêma Serdeştê de gelek cihên bedev û xweş hene ku gelê herêmê û Îranê, rojane serdana wan cihên xweş dikin û demekî xweş li nav xwezaya ciwan û rind ya Kurdistanê de derbaz dikin, Sûlava şelmaşê ku ava vê diçe nav rûbarê Zapê, her Sal bi hezaran kes li navend û bakûrê Îranê seredana vê sûlavê dikin û demên xweş li wir derbas dikin. Kaniya girawan, Geliyê bêwiran û bi sedan daristan û geliyên xweş yên din li vê herêmê hene ku bûne cihekî baş ji bo dahata xelkê herêmê.

Serdeşt bajarekî gelek kevin û dîrokî ye û her seba vê yekê jî gelek cihên kevin li bajar û herêmê de hene ku dîroka hin ji wan ji bo berê zayînê vedigere.

Kela Serdeştê ku dikeve ser çiyayê nêzîk bajar, hêj gelek ciwan maye û têk neçûye û li ser gelek keviran nivîsînên bizimarî dîyarin, ev nivîsîne jî nîşana vê yekê ne ku Serdeşt bajarek gelek kevn e.

Di sala 1993\'an a Zayînî de girûpek ji lêkoleran li Alman li gel zankoyek Îranî seredana wan cihên dîrokî kirin û lêkolîn li ser wan cihan û nivîsan kirin, piştî wan lêkolînan derket, ku di dema Împeratoriya Mêdîya de xelk di vî bajarî de jîyane.

Gelek Kelên biçûk jî nêzîkî bajar hene, pir nivîsên ser kevir li derdora bajarê Serdeştê diyar in, lê mixabin rejîma Îranê qet û bi çi awayekê li ser wan şûnwarên Kurdan lêkolîn nekirîye û gelek caran rijêma Îranê asevarên dîrokî ku peyda bûne bi talan birine.

Çandin û bazirganî karê serekî yê nîştecyên bajarê Serdeştê ye, bi taybetî ji ber nêzîkbûna wê li gel Îraq û başûrê Kurdistanê, xelk bi rengên cudacuda karê bazirganyê dikin.
Hebûna avek zêde li Serdeştê jî ev derfet ji xelkê ra dirust kiriye, da ku bikarin bi rengek gelek baş çandinê bikin.