Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Esed gundê “Basût”ê li Efrînê bombebaran kirin

14:28 - 12 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Li gor zanyariyên, balafirên şer ên rejîma Esed gundê Basutê yê serbi bajarê Eftînê bombebaran kirin.


Li gor rapora “Avestakurd”, duh berwar 11’ê Îlona 2012’an, balafirên şer ên rejîma Esed derdora gundê Basutê bombebaran kirin û di encam de 2 kes birîndar bûn.
Herweha hat zanîn, termê leşkerekî Kurd jî ku di leşkeriyê de hatibû kuştin, anîne gundê Kefersefrê yê bi ser navçeya Cindirêsê ve û li wir defin kirin.
Li gor çavkaniyên deverê, Kurdê bi navê Hedat Zeynef li Şamê di encama pevçûnên di navbera leşkerên rejîmê û çekdarên dijberan de hatiye kuştin.

20\'emîn Salvegera terora Dr. Şerefkendî û Hevelên wî