Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên rejîma Sûriyê bajarê Helebê bombebaran kirin

22:35 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Li Helebê pevçûn xurt dibin û balafirên şerrker ên rejîma Esed ew bajar bombebaran kirin. Li gor dijberan, hêzên Erteşa Sûriyê di şeqamên Şamê de dest bi îdamên bikom kirine.


Li gor rapora “BBC”, rejîma Sûriyê bo cara yekemîn li hemberbûn tev dijberan de li hin deverên Helebê duyemîn bajarê mezin yê Sûriyê xistin jêr êrîşên esmanî.
Hêzên dijberên rejîma Esed hewil didin ku bajarê Helebê konterol bikin.
Li gor raporan şerr û pevçûnên giran di navbera Erteşa Esed û Erteşa Azad a Sûriyê di deverên kevnar ên bajkarê Helebê de dimeşin.
Îdama bikom a dijberan ji aliyê rejîma Esed


Malpera “Elerebiye” li zarê dijberên rejîma Esed ve belavkiriye ku hêzên Erteşa Sûriyê li devera “Elmize” li navenda Paytextê Sûriyê dest bi îdamên bikom kirine.
Li gor rapora han, beşek ji wan îdamkiriyan sivîl in û tu pêwendiyek bi Erteşa Ezad a Sûriyê ve ninin.
Li gor raporê, dijberan girteyek vîdeoyî di dest de ne ku hêzên dewleta Esed destên sê ciwanan li piştve girêdane û xistine jêr turumbêlan.
Hin cesed jî hatine dîtin ku bi tundî şewitîne, hin ji kuştiyan jî bi kêran bi awayek hovane canê xwe ji dest dane.
Cesedên kuştiyên Şamê pêtirî guleyekê ji wan hatiye xistin û li ser hin cesed cihê pêtirî 8 gulleyan dixuye.