Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirvanên Îranî koçberî welatên cîran dibin

11:48 - 17 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî koçberbûna dersxwanan ku bi helatina mêjiyan hatiye naskirin, niha goviya balafirvanan e, da ku welat bi cî bihêlin. Yek ji nûnerên meclisê derheq koçberbûna balafirvananên xeta esmanî ya Îranê bo welatên cîran hişdarî daye.

Sedema koçberiya balafirvanan, rewşa xirab ya aboriya welat, û cudahiya berçav ya me`aşê karmendên xetên navxweyî û derekî ye.

Roja Duşemiyê 23`ê Rezberê Hadî Behadurî endamê komîsyona “Umran” ya meclisê ji pêvajoya koçberiya balafirvanên Îranî bo welatên Asyayî bi taybetî welatên herêmê nîgeraniya xwe nîşan da, û di vê derheqê de hişdarî da.

Wî di gotûbêja digel nûçegihaniya “Milet” ya Îranê gotiye: Di salên borî de, mijara koçberbûna balafirvanan hertim hebûye, bi awayekî ku rojekê koçberî Tirkiyê dibin û rojekê jî koçberî welatên wekî Hindustan û Îmaratê.

Wî di heman demê de, qebûl kiriye ku kêşeya koçberbûna bijardeyan, tenê taybet bi balafirvanan nîne, û gellek ji texên welat bi xwe ve digre.

Koçbebrûna balafirvanan ji dîtingeha vî nûnerî ve sedemên curbicur hene ku nebûna bazara kar û kêmiya amara firînên esmanî ên navxweyî welat yek ji wan e.

Koçberiya balafirvanên Îranî bo welatên cîran diyardeyeke nû nîne. Ew pirsa di salên borî de, bi taybetî di salên 1393-1394`an jî ji mijarên cihê gengeşeya ragehandinan bûye.

Raporî nîşan didin ku di navbera salên 1390-1393`an hejmareke berçav ji hêzên şareza ên pîşesaziya esmanî ya Îranê di beşên balafirvanî, mêhvandarî, û şarezayên beşên curbicur çûne welatên wekî Îmarat, Qeter, û Koweytê, û di xeta esmanî ya van welatan dest bi kar bûne.

Heta hinek ji çavkaniyan îdia kiribûn, ku tenê ji kompaniya neteweyî ya Îranê (Homa) heya destpêka sala 1393`an aliyê kêm 100 kes ji hêza şareza bi taybetî balafirvan, endazyarê firînê, mêhvandarên şareza, û karnas beşên curbicur ên firînê, koçberî welatên derdorê dibin.

Revîna êlîtan ji Îranê, tenê di çarçoveya balafirvanan de namîne. Berpirseke zanîngeha zanistên pizişkî ya Hemedanê, di Sermaweza sala 1396`an de gotibû: Derketina 180 hezar kesî ji dersxwanên welat di sala 1394`an de, bo welatên din, bi taybetî Kanadayê, bi qasî dahata neftê ye, ku ew yek karesatek e.  

Serokê pêşîn ê zanîngeha sen`etî ya Şerîf, Se`îd Sohrabpûr jî di 26`ê Befranbara 1396`an ragehandibû ku nêzî %20 ji kesên sertir ên kunkurê û olempiyadên vê zanîngehê koçber bûne, û di sala 1393`an de, nêzî 120 hezar xwendekarên Îranî li dervey welat mijûlî xwendinê bûne.

Revîna ji welatan, tenê di nava êlîtan û balafirvanan de nîne, belku niha revîn ketiya nava sportvanan jî. Piştî koçberbûna hejmarek ji werzişkarên herî baş ên Îranê, di beşên Tekwando, û zoranbaziya ferenî, heta hinek ji nûnerên meclisê di dawiya sala 1395`an de jî derheq koçkirina werzişkaran bo dervey welat hişdarî dabûn.