Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirê pêketî li daristanên Merîwanê hej nehatine temirandin

10:38 - 20 Tebax 2025

Piştî derbasbûna 3 roj ji agirpêketin bi daristanên Merîwanê, hêj agir nehatiye temirandin û tevî hemû hewlên Encumena Kesk a Çiya ya bajarê Merîwanê û hejmarek ji hogirên jîngeha Kurdistanê, ew agir li 3 xalên rojavayê bajarê Merîwanê, gundê “Hane Şêxan” û gundê “Nê”, her berdewam e.

3 roj e ku endamên “Encumena Keska Çiya” ya bajarê Merîwanê û hogirên jîngeha Kurdistanê, hewla temirandina wî agirê berfireh didin lê nebûna alavên hewce û herwisa berfirehiya agir û herwisa rabûna ba, ev agirpêketin nehatiye temirandin û beşeke zêde ji daristan û çêrîngehên derdora bajarê Merîwanê li agir de dişewitin.

Li vê hewldana jîngehparêzî de jin û mêr bi alîkariya hev, hewla temirandina agir didin lê heta niha rêjîma Îranê tevî ku ti hewlek bo temirandina wan agiran nade, ti hewcehiyeke wan jî dabîn nake.