Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 25ê Gelawêjê, berdewam in

11:58 - 19 Tebax 2025

Endamên têkoşer û aligirên biwêr ên Hizba Dêmokrat li berdewamiya xebat û çalakiyên teblîxî bo rêzgirtin û pîrozbahîkirina 25ê Gelawêjê li 80emîn salvegera avakirin a Hizba Dêmokrat li çend cihan de her berdewam bû ku beşek ji wan ev in:

Li bajarê Banê li ser rêya “Bane-Armerde”yê nêzî gundê Koçer, alaya Kurdistanê hate bilindkirin.

Herwisa li çend gundên ser bi bajarê Dêwulanê wek “Sûrhal, Ciwanmêrawa û Çiraxawa”yê, wêne trakt û posterên taybet bi 25ê Gelawêjê hatine belavkirin.

Li berdewamiya çalakiyan li bajarê Mihabadê, li gundên “Quxan û Qelacox”ê jî çalakiyên teblîxî bi rê ve çon.

Li bajarê Mihabadê de endam û alîgirên Hizba Dêmokrat bo rêzgirtin ji yada şehîd Seyîd Birahîm Kerîmî, li cihê bêhnvedana wî li Kanî Berazan, çalakî bi rê ve çon.