Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat

17:11 - 19 Tebax 2025

Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li rojên 25 û 26ê Gelawêja 1404 a Rojî de plînoma pêncem a xwe bi rê ve bir. Plînoma Komîteya Navendî ya hilbijartî ya Kongireya Yekgirtina Dêmokratan ku bi beşdariya endamên eslî û cihgirên Komîteya Navendî bi rê ve ço, rewşa niha ya Îranê û Senaryo û egerên li pêş komara îslamî, rewşa opozîsiyona komara Îslamî û derfet û gefên li ser tevgera Kurd û herwisa çend babetên navxweyî yên Teşkîlata Hizbê, Hilsengandin û biryara hewce bi ser komek ji erk û projeyên Hizbê dan.

Plînoma pêncem a Komîteya Navendî bi bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji yad û xebata şehîdên Kurdistanê, dest bi karên xwe kir. Li beşa yekem a karê plînomê de rêzda Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, şiroveyeke siyasî ya hûr û çendîn alî li ser rewşa giştî ya Îranê ya piştî şerê 12 roje digel Îsraîl û rojeva siyasî, aborî û ewlehiya niha ya Îran û Kurdistanê kir û beşdarên plînomê jî bi ra û nêrînên xwe, şiroveya Sekreterê Giştî yê Hizbê dewlementir kirin.

Plînoma Komîteya Navendî li ser vê bawerê bû ku piştî bûyera 7ê October 2023 a Zayînî ve, zêdexwazî û bilinfirînên îdeolojîkî yên Komara Îslamî rastî şikestê hat, şikesta serbazî ya Hemas û Hizbullahê û guherîna siyasî ya rêjîma Sûriyê û lewazbûna milîsên din ên ser bi komara Îslamî wek kûrahiya stratejîk a Îranê, pêgeha rêjîmê li pirsên deverî de rû bi nemanê ve biriye û şikesta serbazî û ewlehî li şerê 12 roje digel Îsraîlê jî zêdetir ji her demekê, ev rêjîma heta ser kendalê herifîn û nemanê nêzîktir kiriye. Plînom li vê beşa şirovekirinên xwe de hate ser vê mijarê ku siayseta derve ya komara îslamî ku li ser binyata hinardekirina şoreş li pêxema avakirin a împeratoriya Şîeya siyasî bi serokatiya welîyê feqîh hate avakirinꓼ Zêdetir ji çend trîlyon Dolar ji darayiya welat di cihê diyarîkirin bo beşên, berhemanî, hînkarî, tendirustî, geşe û avedanî ya welat, xercê destêverdan li karûbarên navxweyî yên welatên Rojhilata Navîn, bidestveanîna bombeya navkî, geşedan bi bernameya mûşekî û amadekirina hêzên milîsan li deverê bi heder da û her ew jî bû çavkaniya hemû pirsgirêk û qeyranên aborî, siyasî ên niha li civaka Îranê.

Plînoma Komîteya Navendî li vê beşê de li şirovekirinên xwe de li ser vê bawerê bû ku komara Îslamî li derveyî sînorên Îranê li rikeberiyên deverî û cîhanî de bê hevpeyman û tenêtir û dûrmayîtir li her demekê maye, li başûr de berfirehtirbûna lihevkirina aşîtî ya Îbrahîm li nav welatên deverê digel Amerîka û Îsraîl, armancên stratejîk ên komara îslamî pûç kirin û li bakûrê Îranê jî girêbesta Zengezor bilî bêparkirina Îranê ji dahata milyard Dolarî ta transît û veguhastinê, bûye sedema vê yekê ku pêgeha stratejîk û jeopolîtîkî ya rêjîma Îranê hêj lawaztir bibe û ev Amerîkaya ku bi gotina Xumêynî biryar bû nekare li hember îranê de ti karekê bike tevî firîna balafirên B2 li esmanê Îranê, bibe hevsînorê axa wî welatî jî. Ev yeka bi vê ku linavxweyê welat de jî pengurîna qeyranên aborî, siyasî, civakî û jîngehî, bêmafiya gelan û curbicuriyên netewî û olî û kêmîneya û gendeliya sîstematîk a hikûmî ye, meydana xebat û rawestana xelkê li hember komara îslamî ji her demekê berfirehtir kiriye.

Plînoma Komîteya Navendî li encama basên li vê beşê de hate ser vê bawerê ku gelempera givaş û qeyranên li navxweyê Îranê û hevrikiya vê digel Amerîka û Îsraîl ku niha egera çalakkkirina mikanîzma maşê ji aliyê Troîkaya Ewropayê ve rêjîma Îslamî xistiye ser durêyaneke dijwar û qedersaz: danûstandin û serîçemandin bo mercên Amerîka û Ewropayê û teslîmbûn e, an  rastî rewşa şerekî din digel Îsraîl û hevpeymanên din ên îsraîl û vegerîna hemû dorpêçên Şêwreya Ewlehî ye ku ew jî li demekê de ku aborîya niha ya Îranê li rewşeke karesatbar de ye.

Plînoma Komîteya Navendî, piştre hate ser mijara gengeşekirina li ser hejmarek eger û senaryoyan bo paşeroja komara îslamî û hevkêşeyên hêz û deshilat li Îranê û bi hizra vê tevgera Kurd bi giştî û bi taybet Hizba Dêmokrat hewce ye ku xwe bo hemû senariyoyên pêşbênînekirî, amade bike û pêşmercê bidestveanîna her destkevtek siyasî bi qazanca xebata netewî ya gelê Kurd li îranê û dprxistina gefên ser pirsa Kurd, komî serhevkirina nav mala Kurd û vekhevî û hevpeywendiya hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê be. Îşare bi hewcehiya yekgirtin û hevahengiya Hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û hevkariya bi praktîka wan li xebata siyasî û netewiya Kurd li Îran û paralêl digel hev bo berdewamiya li pêxema çêkirina pireke pêwendî û hevkariya zêdetir digelo hêz û aliyên din ên opzîsiyonên yên ne-Kurd a komara Îslamî ji aliyek û çawatî û çlwaza hewldanan bo girîûngîdana zêdetir bi tevgera netewî, medenî û giştî yên li Kurdistanê û hewcehiya zêdetirkirin a şiyana mikanîzma xwerêkxistinkirin û hevpeywendî û hevxebat,î ya li navbera curbicurî û zafbûnên li civaka Kurdistanê ji aliyê din veꓼ beşek ji wan pirs û mijaran bûn ku li pilînoma Komîteya Navendî de pêdegirî bi ser hate kirin û li vê derheqê de li ser biryar hate dan.

Plînoma Komîteya Navendî li lêlkdan û şirovekirin ên siyasyên xwe de giringî bi pêşkevtinên pirsa Kurd li beçên din ên Kurdistanê û wasn guherîûnên li Kurdistanê de kir ku bo berjewednî û qazanca pirsa Kurd hatine pêş û li ser vê bawerê ye ku îtirafkirina Tirkiyê bi hebûn a pirsa Kurd li wî welatî û hewldan bo çareserkirin a aşîtîxwazaneya vê pirsê, xweragirî û pêdegiriya xwebirêveberiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bo parastin a destkevtên xebata xwe heta niha ya Kurd li Sûriyê, çêbûna jîngeh û rewşa nû li Îraqê bo çareserkirin a pirsgirêk û dijheviyên li navbera Bexda û Hewlêrê, dikarin bibêjin ku tevgera mafxwazaneya Kurd li hemû beşên Kurdistanê, pêşkevtinên girîng û giringîpêdan bi xwe ve dîtiye.

Beşa bingehîn a din ya karê Plînomê, hilsengandin a Oraganîzasiyona Hizbê û basên navxweyî yên Hizbê bû ku piştî vergirtina ra û nêrîna beşdarbûyên plînomê, pêspartî û biryarên hewce bi ser de hatine dan.

Pêncemîn plînom a Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, piştî 2 roj karên bi dom û basên tejî berhem bi serkevtinê ve dawî bi erkên xwe anî.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Komîteya Navendî

26ê Gelawêja 1403 a Rojî