
Bi dax û keserê ve em radigehînin ku Seyîd Birahîm Kerîmî, xebatkarê ji mêjve û kadrê dêrîn û rêberiya Hizba me li piştînîvro ya roja Duşemî 27ê Gelawêja 1404 a Rojî, bi sedema sekinîna dil, koça dawiyê kir û tevlî Karwanê Şehîdên Hizba me ya têkoşer, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bû.
Şehîd Seyîd Birahîm Kerîmî, Kurê “Seyîd Qadir”, li sala 1335 a Rojî de li gundê “Qizilqopî” yê ser bi devera “Şarwêran” a bajarê Mihabadê ji dayîk bû. Navbirî qonaxên xwendina destpêkî û navendî li bajarê Mihabadê de bi dawî anîn û piştre bo berdeweamkirina xwendînê, ço bajarê Urmiyê û li sala 1354 a Rojî, dîploma xwe wergirt. Piştre bi cihê çon bo serbaziya bi zorê, bo dewreya hînkarî ya “spaya terwîc û abadanî” bo bajarê Kerecê hate şandin û piştî 6 heyvan dewreya hînkariyê, vegeriya bajarê Mihabadê û heyamê 2 salan li gundên “Gulî, Çomelan û Albulax”ê de xizmet bi xelkê wan gundan kir.
Şehîd Seyîd Birahîm, li sala 1357 a Rojî de bû endamê Hizba Dêmokrat û heta dawî dema jiyana xwe li çepera Hizba Dêmokrat de parêzvanî ji nirxên şoreşvanî û netewî yên tevgera siyasiya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de kir. Herwisa xwedêjêrazî Seyîd Qadir, Bavê Şehîd Seyîd Birahîm ku endamê dêrîn ê Hizba Dêmokrat bû li sala 1368 a Rojî de bi sedema îşkenceyên dijwar ên îşkencegerên rêjîma Îslamiya Îranê li nexweşxaneya bajarê Tewrêzê de koça dawiyê kir.
Berpirsayetî ya devera Şarwêran, berpirsayetî ya Komîteya Şaristan a Mihabad, berpirsayetî ya Komîteya Emniyet û Cihgirê Komîsiyona Teşkîlat, beşek ji berpirsayetiyên Şehîd Seyîd Birahîm li qonaxên cuda yên xebat û tekoşîna wî bûn.
Şehîd Seyîd Birahîm li heyama zêdetir ji 47 sal pêşmergetiya xwe de nêzî 24 salan li Komîteya Navendî û rêberatiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de bû û li qonxên dijwar ên pêşmergetiyê de jî li pitira şerên devera Mihabadê bi taybet li devera Şarwêranê, rêya bingehîn a Mihabad-Urmiye, deverên “Mehal, Mîrqaz, Gewrikatî, Menguratî, Dola Şêxan, Qelata Şay û Sipîseng”ê li Mihabad û herwisa pitira deverên din ên Pîranşar û Bokanê de beşdar bû û dehan hemase û qehremantî afirandin û bi navê xwe û Hizba Dêmokrat tomar kirin. Herwisa li êrîşa mûşekî ya spaha pasdaran de bo ser binke û bargehên Hizba Dêmokrat li 6ê Rezbera 1401 a Rojî “Hacer Zerge” ya hevjîn û hevxebata Şehîd Seyîd Birahîm, hate şehîdkirin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, koça dawî ya bi nişkê ve ya Şehîd Seyîd Birahîm Kerîmî, Kadrê xwedî ezmûn û bi şiyan ê dehan saleya xwe bi xisarek mezin bo Hizb û tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dizane. Lewma tevî xembarbûn û bidaxbûna xwe, sersaxiyê dibêje malbat û hevçeperên wî û hemû xelkê Kurdistanê. Hevdem radigehîne ku padaşa wan hemû fîdakarî û derbasbûna nêzî nîv sedsal ji jiyana Şehîd Seyîd Birahîm li çepera tekoşîna netewî de bi tenê bi berdewamkirina doza wî û bilindragirtina alaya xebata wî tê dan. Bi vê hilkeftê jî, têkoşerên Dêmokrat, careke din digel canê paqijê Şehîd Seyîd Birahîm û hemû Şehîdan, soza xwe dubare dikin ku heta dawiyê, berdewamkerê rêbaza wan bin û li vê pêxemê de xwe ji ti cur fîdakarî û cangorîkirinekê neparêzin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Desteya Kargêrî
27ê Gelawêja 1404 a Rojî