Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bandora herêma Kurdistana Îraqê, û helwesta welatên cîran

21:04 - 29 Adar 2014

Şemal Terxîbî

Herêma Kurdistana Îraqê wekî tenê parçeya rizgarkirî ya Kurdistanê, bi sedema hilkewta coxrafiyayî û hebûna jêrxana bihêz ya aborî, xwediyê pêgeheke taybetî di asta herêmî de ye, û di heman demê de jî, giringî û hestyariyeke taybet bi xwe di nava welatên herêmê de heye.

Ya ku eşkere ye herêma Kurdistana Îraqê hevsînor e di gel sê welatên Îran, Turkiye û Sûriye ku di wan sê welatan de, nifûseke berçav ji Kurdan akincî ne.

Di heman demê de jî mijûlî xebat bo bidestveanîna mafên xwe yên neteweyî ên zewtkirî ne.

Ji vê dîtingehê ve Kurdistana Îraqê dikare roleke bi bandor li ser pêvajoya xebata parçeyên din ên Kurdistanê danê. Bi vê sedemê, em dibînin ku rejîmên zal bi ser her sê parçeyên din de, ji du riyan ve hewil didin ku vê rastiyê ji riya xwe derxînin:

Ya yekem, hewldan bona vê ku ji riya destêwerdana di nava karûbarên siyasî û aborî yên vê herêmê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin hikûmetekî kedîkirî di destên xwe de, û ya duyê, hewldan bona kêmreng û kalkirina pîlanên xwe.

Yek ji bingehên aboriya herêma kurdistanê hebûna cihên torîstî û geştiyarî ên vê herêmê ye, ku di çend salên borî de kariye ku wekî karteke bihêz ya aborî û dahathîner xwe nîşan bide.

Bi sedema hebûna azadî û aramî û di heman demê de jî, xwezaya dilrevîn û şûnwarên dîrokî, herêma Kurdistana kariye ku dîmeneke ciwan û balkêş ji xwe, bide bîrûraya giştî, û pêgeheke bihêz di vî warî de, ji xwe re bibîne.

Bi awayekî ku em dikarin bêjin ku hevçax di gel kerta petrol û gaz û samanên din ên xwazayî, kanaleke baş û bi cî bo vejiyandina aboriya xwe desteber bike, lê her wekî me îşare pê kir, neyar û dijminên gelê Kurd, tu carî çavên wan bi pêşkevtinên herêma Kurdistanê venabe, û berevajî berdewam hewlê bo kêmgiring nîşandana van deskevtan didin.

Serkonsolgeriya rejîma Îranê li bajarê silêmaniyê çend rojan berî niha di daxuyaniyekê de, bi xelkê Îranê ragehandibû ku neçin Kurdistana Îraqê, jiber ku biyavê tenahiya vê herêmê ne baş e.

Herçend piştî nerizayetiya berpirsyarên herêmê navbirî ragehand ku merema wan ew yek nebûye. Lê naweroka vê axavtinê vê dijayetiya eşkere zêdetir derdixe.

Di vir de pirs ew e ku nehatina torîstan ji Îranê ve bo herêma Kurdistanê, çi qazancekê digehîne rejîma Tehranê.

Em dikarin bersiva vê pirsê di çend beşande bidin:
Yekem: Her wekî hemû aliyek agehdar in, hikûmeta nawendî ya Îraqê bi yek ji hevalbendên stratejîk ên Îranê di vê herêmê de tê hesibandin.

Herwisa di vê heyamê de komek kêşe di navbera Bexda û Herêmê de pêk hatine, û hikûmeta nawendî bi neşandina budce û pere, wekî karteke zext û givaşê dixwaze ku hikûmeta Herêmê bixe qedeman, di vî warî de hewlên Komara Îslamiya Îranê derheq rêgirîkirina ji çûna geştyaran di demsala Buharê û cejna newrozê de, dikare wekî alîkarîkirina hikûmeta Malîkî di Îraqê de bihê hesibandin, wate ji aliyekî ve Malikî bi neşandina budceyê zextê bixe ser hikûmeta Herêmê, û ji aliyekî din ve Hikûmeta Tehranê wekî hevalbendê Malikî û yek ji dijberên herêmî ên herêma Kurdistanê ji riya hatina erz û dahata geştiyariyê bo Herêma Kurdistanê bigre.

Li gorî hinek serjimêriyên fermî di çend salên borî de, bi awayê salane zêdetir ji 100 hezar hemwelatiyên Îranî bi armanca serdanê rû kirine Herêma Kurdistanê.

Duyemîn: Rêgirtina ji hatina dahat û erz bo Herêma Kurdistanê ku eşkere ye ew yek wê bandora nigatîv ya zaf li ser rewşa herêmê danê. Wate bertengbûna her çi zêdetir ya çavkaniyên dahatê di herêma Kurdistanê de.

Sêyemîn: Pêkanîna şêweyek ji bê baweriya di navbera xelkê xeyrî Kurd di Îranê, û gelê Kurd bi giştî. Eşkere ye ku rejîma Îranê bi dirêjiya temenê xwe hewil daye ku gelê Kurd wekî neteweyekî şerxwaz û dûr ji şaristaniyetê nîşan bide, ku di destpêka şoreşê de, heya astekê di vî karê xwe de serkevtin bi dest anî. Lê bi xweşî ve di sala borî de ev şêwaza ji bîrkirinê heya asteke berçav xistin nava kirsdanka dîrokê de.

Lê hewlên rejîmê hatin çirkirin bona vê ku ew şêweya bîrkirinê carek din zindî bikin.

Çaremîn: Mifaya şaş wergirtina ji hesta mesebî ya piraniya xelkê kurd, ku peyrewê mesebê Sunî ne, lê piraniya hemwelatiyên xeyrî Kurd di Îranê de Şîe ne.

Rejîma Îranê di 35 salên borî de, beredewam ji riya meseb û herwisa darêtina pîlanan, û şêlûkirina avê masî girtine, û vê carê jî dixwaze weha nîşan bide ku xelkê kurd di warê mesebî de li dijî xelkê Îranê ne, û cardin vê tirsê pêk bîne ku seferkirina bo cihên ku Sunî lê dijîn, bi wateya kirîna mirinê ye.

Cuda ji van polênkirinan, ku armancên qirêj ên rejîma axûndî ji me re eşkere dikin, em dikarin bi pirseke din, nerastbûna îdeyên rejîmê biselimînin.

Hekî biyavê tenahiya Herêma Kurdistanê ne baş e, û metirsî bo hemwelatiyên Îranî heye, bo çi hêzên Siapa Pasdaran têne nava xaka Herêma Kurdistanê, û wekî bixwe dibêjin ew serqalê xizmetgozariyan in? Gelo ew nebûna tenahiyê, canê wan naxe tirsê? Em dikarin ji du biyavan de bersiva van pirsan bidin.
1-Ew banga ku serkonsolgeriya rejîmê û hevalbendên wê dikin, ne rast in û armancên siyasî dipêkin.
2-Hekî netenahî hebe jî, kirêgirtiyên Sipaha Pasdaran bi xwe wê çê dikin, lewra ew jî qet metirsiyê bo xwe çê nakin.

Herçend ku her du xalên îşarepêkirî rast in, û heqîqeta pirsa Herêma Kurdistanê di nav derûna xwe de veşartine.