Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Barak Obama serkomarê DYA:

21:35 - 22 Nîsan 2012

“ Me di gotûbêjên navikî de tu diyariyek nedaye Îranê. Ya ku bûye para rejîma Îranê, ew gemaro û tehrîmên herî tund in ku li mehên pêşiya me de çavnihêrê wan e, heke ew ji vê derfetê mifayê wernegrin”.

Birêz kekê Sidîq Derwîşî, endamê komîteya nawendî a PDKÎ gotûbêja vê carê a navikî weha şirove dike:

“ Di vê gotûbêja dawiyê a li ser pirsa navikî a Îranê, her du aliyan tenê karîn ku dem û wextê gotûbêjek din diyarî bikin û bi domandina gotûbêjê xweşbîn bin. Helbet berpirsyarên rejîma Îranê ragehandine ku ew mehandina %20 a Oranyomê wê tenê bo reaktora Tehran û reaktorek din wê bi kar bînin, lê bo cihên din ewê tenê Oranyoma %5.3 wê bikar bînin. Di rastî de rohn û zelalnebûna helwestên rejîma Îranê derheq bersivdana bi nîgeraniyên navnetewî, derkirina çavdêrên NY, gefxwarinên li Îsraîlê û welatên hevalbendê Amerîkayê, û axavtinên tundrewane ên rejîma Îranê heya niha jî nekariye ku nîgeraniyên navnetewî û herêmî kêm bike. Her bi vê sedemê welatek wek Îsraîlê şik û guman heye ji wan sozên ku Îran dide welatên 5+1. Lewra ew dixwazin ku rejîma Îranê usul û pirensîpên navnetewî, yasaya NPT, biparêze û berçav bigre, û li ser bingeha vê axavtina Xamineyî ku çêkirina çeka navikî li olê Îslamê de bi heram dizane, bimeşe û vê axavtinê di piratîkê de birêve bibe, û bi vî awayî ji nîgeraniyan kême bike. Bi giştî rejîma ji aliyekê ve dixwaze ku dem û wextê zêdebidest bîne, û zextên navnetewî li ser xwe kêm bike, û ji aliyek din ve rewşa aloz ya aboriya xwe baştir bike”.