Kurdistanmedia: Bavê şehîdek riya rizgariya Kurdistanê li devera Urmiyê seba nesaxiyê koça dawiyê kir.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Şemî berwar 9’ê Hezîrana 2012’an, mam “Mihemed Mihemedî” bavê şehîd “Mecîd Mihemedî” xelkê gundê “Zêwe” li devera Dolê a ser bi bajarê Urmiyê, seba nesaxiyê di yek ji nexweşxaneyên Urmiyê di temenê 85 saliyê de koça dawiyê kir.
Şehîd “Mecîd Mihemedî” li sala 1979’an bû pêşmergeyê PDK Îranê û di hêza Şehîd Simko li devera Şinoyê weke pêşmergeyekê nav û deng derxist û di sala 1980’an de li şerê nav bajarê Urmiyê de şehîd bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya koça dawî a mam “Mecîd Mihemedî” sersaxiyê dide malbat û kes û karên navbirî û xwe di xem û kedera wan de beşdar dizane.
Riha wî şad
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê