Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêkarî çavkaniya dehan arîşeyên aborî û civakî di Kurdistanê de

13:39 - 22 Şibat 2016

Îdrîs Stwet

Bêkarî yek ji wan diyardeyan e ku li Îranê bi giştî û bitaybetî li Kurdistanê tê xûyakirin ku gellek sedemên curbicur hene, û bandor û encamên wê jî li ser jiyanê reng vedaye. Em bo vê ku bikarin rewşa Kurdistanê wekî ku heye bînin ber bas û vekolînê, pêdvî ye ku em di berê de amaje bi hindik rastiyên siyasî û civakî di Îran û kurdistanê de bikin.

Ji tu kesî veşartî nine ku bêkarî di nava civaka Îranê de, beşeke berbiçav ya wê vedigere ser siyasetên nebaş nezanistiyane ya desthilatdarên Îranê.

Îran tevî vê ku îmkanatên mezin ên madî di dest de heye, û di warê çavkaniyên binerdî ve dewlemend e, weke pertol û şandina petrolê, lê bi sedema siyaseta nebaş û nezanistiyane ya desthilatdarên Îranê û nebûna bernameyek baş a aborî, civaka Îranê bi giştî û bitaybet herêmên bêpar ên neteweyên bindest bi dest bêkariyê de dinalînin.

Bêkarî bi giştî bandoreh herî xirab li ser civaka Îranê çêkiriye, û diyardeya Xemokî, Dizî, Qomarbazî, Gurçik firotin, Zarok firotin, karton xew, koçberî, telaq û leşfroşî û ...hewd, û çendîn diyardeyên din ku çavkaniya wan hemû diyardeyan jî vedigere ser bêkarî û hejariye. Di rastî de ev diyardane û çendîn diyardeyên din wek destbiserkirin, girtin, îşkence, gullebaran kirin û darvekirin, xelatên avakerê komara Îslamî û desthilatdarên komara Îslamî ya Îranê bûn bo civaka Îranê.

Her li gor amarên komara Îslamî ya Îranê, herî zêde %40 heşîmeta Îranê di bin hêla hejariya “Motleq” jiyana xwe derbaz dikin û herî zêde %55 ji sedemên nexweşiyên derûnî pêwendî bi bêkariyê ve hene. Herî zêde 1 mîlyon û 700 hezar zarokên kedkar di Îranê de heye ku li gor vekoleran %4.5 ji wan zarokan destfiroş û tûşî HÎV dibin. Di Îranê de dinavbera 5 zewacan 1 zewac telaqê werdigire. Herî zêde 20 hezar karton xew di Îranê de heye ku %21 ji wan karton xewan jin in û hezar diyardeyên din wek gûcîlk firotin û zarokfirotin û arîşeyên di ku roj tevî rojê zêde dibin. Evajî di demekî deye ku heya niha tu yek ji nawendên hikumetî xwe ji hember wan diyardeyan bi berpirs nizane.

Di Kurdistanê de serbarê zalkirina siyaseta amancdar û tepeser kirin û girtin û kuştina azadîxwazan siyaseta mehkirina neteweya Kurd, hemî ev diyardeyên ku di Îranê de heye, civaka Kurdistanê pişka Şêr beketiye û her li gor amara komara Îslamî ya Îranê, parêzgeha Kimanşan di asta Îranê de di rêzbenda yekê ya bêkariyê de bi %47.4 mîdala qehremanî ya bîkariyê bides ve aniye û parêzgeha Îlamê jî bi %40 di rêzbenda duyem û parêzgeha Kurdistan jî %28 bêkar heye.

Bi gotina kesên şareza di vî warî de, nirxa bêkariyê di nava jinên Kurd di Kurdistanê de herî zêde sê beraberê nirxa bêkariya mêra ye û bêşik li gor wan amaran eşkere dibe ku di parêzgehên Kurdistanê de diyardeyên civakî pirir e. Di kurdistanê de bi sedema bêkarî û hejariyê ve qasa firotina Gurçikan, xwekuştin, nexwendina zarokan û şandina zarokan bo kar, tuşbûn bi nexweşiyên derûnî, Î’tiyad, koçberî û Telaq roj tevî rojê zêde dibe, û her li gor amarên rejîma komara Îslamî, li parêzgeha Îlamê di heyama 9 mehan de 386 telaq ku %32 dike, hatiye tomar kirin. Bixasmanî diyardeya arîşeyên derûnî cihê tirsê ye ku zêdebûna têçûya derman û giraniya nirxa derman bûye sedema vê ku nexweş derman bikar nehîne.

Di kurdistanê de niha jî beşek ji xelkê Kurdistanê dahata rojane ya xwe ji rêya kolberiyê ve bi dest ve tînin, û mixabin heroj dikevine ber gulleyên rejîma zalim û bi giştî siyaseta aborî ya wî welatî tu mifahek bo akinciyên xwe nebûye û nine. Ev amarên ku hatin bas kirin, amarên rejîma komara Îslamî ne û bîşik amar here zêde ji vê yekê ne lê dîsan jî amarên vê rejîmê tevî amarên salên berê û bixasmanî di wan du salên derbazbûyî de ku dewleta Tedbîr û Omîd bû, zêde bûye û kilîda Ruhanî jî tu doreyek nevekir.
Kesên Şareza sedemên bêkarî û diyardeyên ku me anîn berbas, vedigerînin ser hewla bidestveanîna çeka navkî ji aliyê rejîmê ve, û dijberiya Îranê tevî cîhan û alîkariya bi milyonan Dolarî ya Îranê bo girûpên terorîstî ên Îslamî, û mifahwergirtina xirap ji aliyê desthilatdarên Îranê ji aboriya wî welatî.

Ji bo hemiyan eşkere ye ku desthelata kevneperes û dîktator îdî nikare xelkê bixapîne û ev dîktatore nikare xwe li hember gelên Îranê ragire û dê di dawiyê de mehkûm bi nemanê bibe.
Em hîvî dixwazim ku diyardeya bêkarî û hejariyê heya qasekî bê binbirkirin û civaka Îranê û bixasmanî civaka Kurdistanê ji vê rewşa xirab rizgar bibin.