Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavbûna madeyên hişber bi awayek nû li Sinê

17:20 - 28 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Tevî haydariya hêzên rejîmê ji belavkirina madeyên hişber di riya telefonî û konterola gişt telefonan, tu pêşgiriyek ji belavbûna madeyên hişber nahê kirin.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, dar û desteyên belavkirina madeyên hişber di Îranê de bi sîstemek nû bi telefonan daxwaziyên bikarîneran cih bi cih dikin û li gor xwasta kiryaran madeyên hişber belav dikin.
Li gor rapora han, ew awayê veguheztina madeyên hişber di ewlehiyek zêde de ye û karên bikarîneran sanatir dibe.
Dar û desteyên rejîmê û hêzên Întizamî jî ji alwêra kiryar û firoşyaran haydar in, lê xwe ji her cure pêşgirî û berbirûbûnekê diparêzin.