Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavkirina wêneyên Elî Xamineyî û Qasim Silêmanî nerizayetiya xelkê Îraqê li pey xwe ve anî

12:10 - 3 Çirriya pêşîn 2020

Hejmareke zêde ji xelkê “Kerbela”yê di wan çend rojên derbasbûyî de, nerizayetî û kerb û kîna xwe derheq belavbûna wêneyên Elî xamineyî û Qasim Silêmanî li serdana karwanên Olî bo ser tirba “Îmam Hisên” dane xuya.

Xelkê Îraqê ku ji tedaxula rejîma Îranê bêzar bûye û di çendîn xwenîşandanan de bi rohnî û eşkere dijî rejîma Îranê silogan dane û çendîn binkeyên girêdayê rejîma Îranê şewitandine, ji belavbûna wêneyên Elî Xamineyî û Qasim Silêmanî di hin cihan de ku ji aliyê hêzên leşkerî yên girêdayê rejîma Îranê ve hatibûne belavkirin nerizayetiya xwe dane xuya û ji berpirsên Îraqê daxwaz kirine ku belavkirina wêneyên wiha di karwanên Olî de qedexe bikin û bi cihê wan, wêneyên kesayetiyên Îraqê dabinên.

Nêzî tev xelkê Îraqê li ser wê bawerê ne ku krîza aborî, gendeliya îdarî û reşrojiya xelkê Îraqê bi sedema tedaxulên rejîma Îranê di wî welatî de ye.

Berpirsekî xwecihî di bajarê Kerbelayê de ragihand: “Milîsên girêdayê rejîma Îranê ku bûdceya wan karwanan dabîn dikin, wan wêneyan bikar tînin û herçiqasî ku xelkê Kerbelayê jî bi tundî berteka wan wêneyan daye, lê berpirsên xwecihî bi sedema tirsê xwe bêdeng kirine”.

Berê di bajarê Besrê de jî xelkê wî bajarî, ji danîna navê Xumêynî li ser şeqameke wî bajarî, nerazî bûn û danîna wî navî, bêrêzî bi xelkê Îraqê û binpêkirina deshilata Îraqê dabûne zanîn.