Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ber bi Gelawêja Kurdan ve

12:56 - 8 Tebax 2021

Nûredîn Sofîzade

Pîroz be 76`emîn salvegera Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Meha Gelawêjê di dîroka tevgera rizgarîxwaziya netewa Kurd de, hilgirê birge û tomarên pîroz û rojên deskevtan e, gelek rojên dîrokî di xwe de cih kirine, Gelawêj meha berxwedan û rabûn û şanaziya me Kurdan ne, em niha di nava vê meha Gelawêjê de ne û di devedevê roja 25`ê Gelawêjê de ne ku bo me xebatkarên rêya azadiyê û bi taybet bo me xebatkarên PDKÎ, rojeke herî dîrokî û pîroz û girîng e, her li ber hindê ye jî ku hemî salê ew roje an ku 25`ê Gelawêjê ji aliyê evîndarên rizgariya Kurd û Kurdistanê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bi awayê herî bi şan tête pîrozkirin.

Di 25`ê Gelawêja îsal de PDKÎ pê dihavêje nava 76`emîn sala avabûna xwe, di sala 1324`an de û di roja 25`ê Gelawêjê de, Hizba Demokrat li ser bingeh û xîmê Komeleya Jiyanewa Kurdistanê, avabûna xwe ragihand û wekî Hizbeke xwedî program û serdemiyane û modern xebat ji bona bidestveanîna mafê gelê Kurd dest pêkir.

Yekem car bû ku di dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdan de, Partiyeke wiha bi armancên darêtî û xwedî pilatform û bi bername, di nava doza Kurd de ji dayîk bibe.

Rêber û avakerên Hizba demokrat bi berçavgirtina ceribandinên xebat û şoreşên Kurd yên berî vê demê, gelek baş seh bi vê hindê kiribûn ku hewce ye şoreş û doza rizgarîxwaziya Kurd, bibe xwediyê Partî û Rêkxistinekê ku bikare li egera neman û şehîdbûna rêberekê bimîne û berdewam be.

Lewra Hizba Demokrat yekemîn Hizb bû ku bû xwediyê wan taybetmendiyan.

  1. Bernama siyas darêt û xiste ber çavê hemî gelê Kurd da ku hemî kes bizanibe ku ew Hizbe bo çi xebatê dike û armancên gelek zelal di bernama xwe de weşandin ku armancên netewî û çareseriya pirsa Kurd bûn. Dema ku koka rêkxistinekê zelal hate danîn û armancên xwe li gelalleyekê de xistine ber çavê gel, bê guma partiyek ku wiha armanc û daxwazên netewî gellale bike û bike bernama kar û xebata xwe, hingê ye ku hemî kes xwe di bernama wê de dibîne û derdorê wê kom dibe û wê partiyê bi ya xwe dizane.
  2. Di dîroka xebat û doza Kurd de, bi avabûna Hizba Demokrat a Kurdistanê bû ku rêveberiya bikom bikarin wê partiyê bi rê ve bibin ku eva jî bi baldan û ezmûnwergirtin ji şoreşên berê bû ku dema rêber yan serok yan kesê yekem ê tevgerê şehîd dibû yan dimir û yan dev ji xebatê berdida, ew şoreş jî ji nav diçû û şervan û xebatkarên wan şoreşan her kes diçû mala xwe, wekî eva ku tiştek nemîne û çinebe. Lê bi avabûna Hizba Demokrat û bi hebûna rêberiya bikom, bo hemî kesê eyan bû ku di heyamê wan 76 salên borî de çend kes ji rêberên yekem û dehan endamên rêberiyê yan şehîd bûne, yan dest ji xebatê kêşane, lê em dibînin ku PDKÎ her di cihê xwe de ye û berdewam e li ser hemen armanc û rêbazê û hebûna wê partiyê girêdayê bi kes yan kesanekê nîne.
  3. Bi avabûna Hizba Demokrat bû ku gorî wî serdemî wekî partiyekemodern û demokratîk, birêveberiya Hizbê û endamên ku Hizbê bi rê ve dibin her ji asata Komîteya Navendî ve bigire heta asta xwarê, bi hilbijartin û dengê hemî endamê Hizbê gorî pîveran têne hilbijartin, eva jî bi berevajiyê şoreşên berê wê Partiyê bû ku serokeşîr, axa, mela, şêx yan keseke xwedî pêgeha civakî bi tenê serêxwe, xwe wekî serokê tevgerê disepand.
  4. Bi avabûna Hizba Demokrat bû ku şert û merc ji bona endametî di wê Hizbê de hatine diyarîkirin ku wê pêkê kesê ku dibe endam, divê bawerî bi hin ji pirensîpên wê Hizbê, erk û mafê xwe û armancên partiyê hebe.
  5. Bi avabûna Hizba Demokrat bû ku ji bilî xebatkarên ku dibine endamê Hizbê, parên dinê ên civakê jî hatine berçavgirtin ku renge heya wê demê li çi yek ji şoreşên berê de nedihatine dîtin, wekî Jinan, ciwanan, û xwendikaran û hemî cudahiyên nava civaka Kurdistanê.

Partiyeke xwediyê wan taybetmendiyên mezin e ku heya wê demê bê mînak bû, her lewma ye ku gelek zû dibe cihê hitbar û hezkirina hemî gelê Kurd ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, belkî dibe cihê hitbara hemî Kurdan li her çar perçên Kurdistanê û dibe hêviya gelê Kurd û şaxên hevşêwe û kopiyên wê li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî têne avakirin.

Her bi piştgirêdan bi partiyeke wiha ye ku 5 mehan piştre li ser destê wê, Komara Kurdistanê tête ragihandin û wekî deskevteke serdemiyane li parek ji axa Rojhilatê Kurdistanê de deshilat û îdareya dewleta Kurdistanê diceribîne, ku di dîroka xebata gelê me de yekem car bû ku Komara Kurdistanê bi avayê herî pêşkevtî bête avakirin. Herçiqas mixabin temenê wê Komarê û deskevta Kurdan gelek kurt bû, lê gelek ezimûn û wane bo gelê me û nivşên piştî xwe bi cih hêlan.

Evên ku serwe hatine nivisîn mirov dikare bêje pareke herî kêm ji nasnama bihêz û cihê şanaziya PDKÎ ne.

Ew Hizba di heyamê 76 salên borî de, şanaziyê bi vê siyaset, esalet, xebat û qurbanîdana xwe diket, li pêxema bidestveanîna armancên pîroz ên gel ku di bernama wê hizbê de bi zelalî dikevine ber çavan.

Heya Hizba Demokrat xwediyê wan esalet û hêl û rastiyan be, bê guman dê her hebe û dê her cihê hitbara gel bimîne, û bê guma dê bigihîje wan armancan jî ku heya niha xebat jê re kiriye.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine