Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya Nakokiya

12:36 - 9 Kanûna Paşîn 2014

N: Şehab Xalidî

Çend rojan berî niha ENKS û PYD li bajarê Hewlêrê li hev civiyan, da ku dawiyê bi nakokiyên di navbera xwe de bînin. Mixabin piştî çend roj civînan, ji bilî lihevkirina li ser hin xalên hevbeş, wan nekarîn li ser mijarên giring û sitratejî li hev bikin.

Li gorî zanyariyan yek ji daxwazên ENKS ew bû ku PYD helwesta xwe li hemberî rejîma Sûriyê eşkere bike, ku gelo ew digel rejîmê ne, yan li dijî rejîmê ne. Herwisa nakokiyên wan yên bingehîn li ser komîteyên Darayî, Leşkerî, û Ewlekariyê bûne.

Derbarê komîteya leşkerî de, ENKS dixwaze ku hêzeke yekgirtî ya leşkerî li Kurdistana Rojava bê avakirin, bi awayekî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û pêşmergeyên Kurdistana Rojava ên li Kurdistana Başûr hatine perwerdekirin, û herwisa hemû hêzên din ên leşekerî li Kurdistana Rojava li xwe bigire, û bi hev re navçeyên Kurdan biparêzin. Lê PYD qebûl nekiriye ku hêzeke bi vî awayî û bi naveke din li Kurdistana Rojava bihê avakirin.

Pirsa din a ku heta niha herdu encûmenan li ser wê li hev nekirine, pirsa darayî ye, û ENKS dixwaze di hemû waran de, digel Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hevbeş be, lê li ser vê xala giring nekarîn bigîjne encameke dilxwaz. Herwisa li ser beşdariya di Koferansa Cenêv 2 de jî, lihevkirineke cidî û cihê hêviyê çê nebû, lê Desteya Bilind ku nûneratiya her du aliyan dike, ewê hewlê bide ku çareseriyekê bo beşdariya Kurdan bi yek daxwaz û yek dengî di Cenêv 2 de bike, bona vê ku bikarin bala mezinhêzan û welatên bi bandor bo aliyê pirsa neteweyî ya Kurdan rakêşin.