Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya veqetyana dîplomat û rayedarên rejîma Esed

14:58 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Di heyamê meheke derbasbûyî de hejmarek zêde a dîplomatên rejîma Beşar Esed cudabûna xwe ji wê rejîmê ragihandin û tevlî şoreşa wî xelkê bûn. Veqetyana rayedarên Erteşê jî berdewam e.


Di berdewamiya veqetiyana dîplomat û rayedarên nîzamî û parlemantarên Sûriyê ji rejîma Beşar Esed, Balyozê wî welatî li Ermenistanê jî ji rejîmê veqetiya û tevlî refên dijberên Esed bû.
Du rojan berî niha jî dîplomatek paye bilind yê rejîma Esed li Lendena paytextê Birîtanya jî cudabûna xwe ji rejîma Beşar Esed ragihand.
Di heyamê kimtir ji mehekê çendîn dîplomatên din li welatên biyanî ji rejîmê cuda bûn û tevlî dijberên rejîma Sûriyê bûn, weke:
Ebdulletîf Eldebax, Balyozê Sûriyê li Îmaratê

Lemya Elherîrî, Balyoza Sûriyê li Qubrisê

Newaf Elfaris, Balyozê Sûriyê li Îraqê

Xalid Eleyobî, Kardarê Sûriyê li Lendenê

Mihemed Hisam Hafiz Balyozê Sûriyê li Ermenistanê


Balyozên Sûriyê li Qeterê

Balyozên Sûriyê li Biljîkê


Herweha cudabûna berçavtirîn Jeneralê rejîma Esed bi navê “Menaf Tellas” ku bi raya şarezayên siyasî, bi cudabûna wî Jeneralî, rejîma Beşar Esed tûşî pirsgirêka derûnî kiriye.
Ji aliyek din ve jî Exlas Bedewî Parlemantara Sûriyê û nûnera bajarê Helebê cudabûna xwe ji rejîma Beşar Esed ragihand.
Hêjayî gotinê ye ku cudabûna esker û fermandeyên Erteşa Sûriyê ji rejîmê berdewam e û roja Yekşemî berwar 29’ê Tîrmeha 2012’an, 8 Efserên Erteşa Sûriyê derbasî axa Turkiyê bûn.