Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berjewendiya neteweyî û derfeteke dîrokî

20:34 - 24 Şibat 2014

Şehab Xalidî

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku li gorî îmkan, û bi bê danîna tu ferq û cudahiyekê, piştevan û xemxorê Kurdên Sûriyê bûye, û di demekê de ku Buhara Erebî rû li Sûriyê kiribû û Kurdên Sûriyê û bi taybetî partî û aliyên sereke û kevn ên Kurdistana Sûriyê, tu trîbonek bo gehandina dengê xwe bi xelkê navxwe yê Kurdistanê tunebûn, PDKÎ wekî erkeke neteweyî û nîştimanî pêwendiyeke dostane di gel wan danî, û heya ragehandinên xwe jî xistne xizmeta wan de, bona vê ku ew bikarin pireke qahîmtir ji berê di navbera xwe û xelkê xwe yê belengaz de ava bikin.

Niha jî ku ew partî û alî gellek trîbon li ber destê wan de hene, û di asta navneteweyî de jî têne bangkirin û hemşêvirî bi wan re tê kirin, û ji aliyekî din, aliyekî tevgera Kurd kariye di navxwe ya welat de, xwebirêveberiyekê rabigehîne, PDKÎ pê kêfxweş e û her wek ku di daxuyaniya PDKÎ de jî hatiye ku: “Bidestvegirtina îdare û birêvebiriya her yek ji beşên Kurdistanê ji aliyî xelkê xwecihî, ji riya hilbijartineke azad û dmokratîk û kurtkirina destê zordarên dîktator li ser Kurdistanê xwesteke rewa û demokratîk a xelkê ye û PDKÎ piştevaniyê lê dike.

Di heman demê de nîgeraniya xwe eşkere dike ji her cure xwesepandin û takrewiyê, ji aliyê her girûp û partiyekê ve be, jiber ku ew şêwe reftar di berjewendiya xelkê de nine, û dibe sedema jidestçûna firsendan”.

Bê guman daxuyaniya PDKÎ vê yekê bi eşkereyî dibêje ku hekî ew xwebirêveberî hemû aliyek têde beşdar bin û xwesepandin têde nebe, xelk ji destê dîktatoriyê wê rizgar bin û bi mafên xwe şa bin, lê berevajiyê vê yekê metirsiya vê hindê heye ku Kurd vê derfeta zêrîn ji dets bidin, û nekarin ji destê vê hemû zulm û zordariyê rizgar bin, û neyarên Kurdan jî guman têde nine ku ji bo derxistina vê derfeta zêrîn ji detsê Kurdan di nava hewlên gemar de ne.

Ji aliyeke din ve mixabin ew kanton tu nav û nîşaneke neteweyî pêve diyar nînin ku her vê yekê jî guman bo gellek kes û aliyan çêkiriye, lewra şiroveyên metirsîdar ji bo vê yekê têne kirin û tirsa vê hindê heye ku rejîma Sûriyê ekterê sereke yê avakirina van kantonan be, bi vî awayî ku niha em dibînin.

Lewra hewce ye ku avakerên herêma xwebirêvebir li hemberî van şiroveyên metirsîdar de bersivder bin, û ne li ser bingeha berjewendiyên partîtiyê, belkû li ser bingeha berjewendiyên neteweyî kar bo avakirina deshilateke tewaw neteweyî bi nav û nîşanên neteweyî û bi beşdariya hemû aliyên siyasî ên Kurdistana Rojava bikin, û daxwaziya hemû pêkhateyên nav Kurdistana Sûriyê berçav bigrin.

Bê guman wê demê hem deshilateke bi hêz û qahîm wê hebin û hem jî dijminên neteweya Kurd nikarin ji vê valahiya di navbera hêzan bi qazancê xwe mifahê wergirin.

Niha ew kanton hatine avakirin û em hêvî dikin heya çar mehên din ku hilbijartineke giştî dest pê dike, birêvebirên van kantonan bikarin bi bê ferq û cudahî di xizmeta hemû xelkê van herêman de bin ku deshilat têde hene û bikarin rewşeke azad û demokratîk di hemû warî de pêk bînin. Herwisa em hêvî dikin ku di hilbijartina pêşiya me de kurd bikarin deshilateke demokratîk ji xwe re ava bikin û tu aliyek li derveyî vê herêmê de nemîne. Wê demê hemû Kurdekî azadîxwaz û hemû partiyeke nîştimanperwer bi kêfxweşî ve pêşwaziyê ji wan dike, û bi şanazî ve pêwendiyê di gel wan didanê, û heya amade dibe ku her nirxekê jî bo serkevtina wan bide.

Herwek vê ku PDKÎ gellek caran berjewendiya xwe ya hizbî kiriye goriyê berjewendiyên parçeyeke din a nîştiman. Ku wisa bû serkevtin di yekîtî û yekdengiya li ser pirsên stratejîk de ye, û pêşkevtin jî di deng û bîrûrayên cuda de ye, bila em hemû li ser vê bingehê kar û tekoşîna xwe bimeşînin da ku em bikarin bi mafên xwe yên mirovî û siyasî şa bibin.