Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê Bîroya Qesra Serokkomariya Beşar Esed tevlî dijberan bû

21:44 - 9 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Erteşa Aza a Sûriyê Îro Pêncşemî berwar 9’ê Tebaxa 2012’an, ragihand ku Berpirsê Bîroya Qesra Serokkomariya Beşar Esed tevlî dijberan bû.


Yek ji berdevkên Erteşa Azad a Sûriyê li gel televîzyona Elerebiye nûçeya veqetyana Berpirsê Bîroya Qesra Serokkomariya Esed piştrast kir ku got: Mihyedîn Musilmanî ji Beşar Esed cuda bûye û niha di cihek aram tevî Erteşa Azad a Sûriyê akinciye.
Erteşa Azad di pêwendiyek telefonî de li gel televîzyona Elerebiye gotiye ku di rojên pêşde emê şahidê cudabûna kesên girîng ji rejîma Esed bibin.
Di çend rojên derbasbûyî de rayedarên mezin ên dewletî û nîzamî ên rejîma Esed ji wan Serokwezîrê dewleta Esed ji rejîma wî cuda bûne.

Di heyamê 17 mehên rabûna xelkê Sûriyê li dijî desthilata Beşar Esed de pêtirî 20 hezar kesan hatine kuştin.

Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê