Zêdetir ji 20 berpirsên berê yên Ewropayê rû bi rêberên Ewropayê ve daxwaz kirine ku dosya “Esedullah Esedî”, bi rola berpirsên payebilind yên Îranê ve girê bidin û daxwaza derxistina bi kirêgirtiyan û kesên girêdayê wan ji Ewropayê Kirin.
Di vê daxuyaniyê de hevdem bi îşarekirin bi kiriyarên terorîstî yên rejîma Îranê û berpirsên rejîmê, basa ristûrana Mîkonosê û rola berpirsên payebilin yên rejîmê di wê kiryara terorîstî de hatiye kirin ku rêberê PDKÎ Dr. Sadiq Şerefkendî digel çend hevalên xwe ji aliyê terorîstên rejîma Îranê ve di ristûrana Mîkonosê de hatine şehîdkirin ku dadgeha Almaniyayê ew terore bi teroreke navdewletî da nasandin.
Roja Pêncşemî 28ê Kanûna Paşîn, 21 dîplomat û Wezîrên berê yên welatên Ewropayê, bi wajokirina nivîsekê rû bi Serokê Şêwraya Ewropa, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa û Serokê Parlemana Ewropayê û welatên endam û ne-endam yên yekîtiya Ewropayê, tevî îşarekirin bi dosyeya “Esedullah Esedî”, di vê derheqê daxwaza bersivdana Wezîrê Derve yê Îranê “Mihemed Cewad Zerîf” kirine.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku, Wezareta Îtila`at û herwisa Spaha Pasdaran wekî saziyên terorîstî bêne naskirin û herwisa ragihandine ku rejîma Îranê “maka terorîzma navnetewî” ye.
Herwisa daxwaz kirine ku, lêkolîneke gelek hûr li ser çalakiyên navendên Olî, Çandî û balyozxaneyên Îranê bêne kirin û dibe pêwendiya diplomatîk digel Îranê bêne kêmkirin.
Yekek din ji xalên wê daxuyaniyê, hewcehiya rawestaneke micid di hember çalakiyên wekî, gef, zordarî û bi barmitegirtinan ji aliyê rejîma Îranê ve ye.
Wan Wezîr û dîplomatên berê ragihandine ku, nebûna berteka hewce bi kiryarên rejîma Îranê ji aliyê Ewropayê ve dibe sedema pêdegiriya rejîma Îranê li ser berdewamiya kiryarên xirab wekî teror li Ewropayê, ku bi wan re alxayîniyê dide ku ewlehî hene û her kiryareke wan di Ewropayê de, ti lipeyketinek tinîne.