Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destpêkirina " Operasiona Azadiyê" di Tengava Hormozê de ji aliyê Merîka ve

09:27 - 4 Gulan 2026

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîkî ji 4ê Gulanê pê ve, dest bi piştgirîkirina " Operasion Azadiyê" dikin, bi armanca vegerandina azadiya keştivaniya bazirganî di Tengava Hormozê de.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, ev Operasion bi fermana Serokê Amerîkayê tê encamdan. Armanc jê parastina keştiyên bazirganî ye ku dixwazin bi awayekî azad di vê rêrewa bazirganiya cîhanî de derbas bibin; rêrewek ku yek li ser çarê (1/4) bazirganiya nefta deryayî ya cîhanê û rêjeyeke girîng a Neft û berhemên kîmyewî di wir re derbas dibe.

Admirale Brad Cooper, fermandê CENTCOMê, diyar kir ku piştgiriya ji vê Operasionê berevanî ye ji bo ewlehiya herêmê û aboriya cîhanê, di heman demê de ku dorpêça deryayî jî dê berdewam bike.

CENTCOMê ragihand ku piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê ji bo vê planê ev in:

Keştiyên şer ên mûpşekavêj.

Zêdetirî 100 balafirên rûerd û deryayî.

Sîstemên bêmirov (dron) ên piralî.

15 hezar hêzên leşkerî.

Ev pêngav peyameke zelal e ji bo Komara Îslamî; Tengava Hormozê ne milkê taybet ê mafyaya serdest a Tehranê ye û cîhan rê nade ku çekdarên rêjîma Îranê bi gefxwarina li keştivaniyê, aboriya cîhanê û ewlehiya rêyên enerjiyê bi rehîn bigrin.