Sîmînereke siyasî-rêxistinî ji bo birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi amadebûna endamên Hizbê û desteya birêveberiya derveyî welat li bajarê Stromên li Norwêjê birêve çû.
Sîmîner bi sirûda neteweyî ya "Ey Reqîb" û deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir.
Di beşa yekem a sîmînerê de, Mistefa Hicrî axaftineke berfireh li ser rewşa rêxistinî pêşkêş kir. Hicîrî bal kişand ser dîroka tije serfirazî ya Hizba Demokrat û tekez kir ku parastina yekrêziya navxweyî û hevahengî bi hêzên Kurdistanî re, remza sereke ye da ku gelê Kurd di hevkêşeyên siyasî yên Îranê de bibe xwedî biryar û bandor.
Sekreterê Giştî yê Hizbê ronahî xist ser destkeftiyên yekbûna malbata mezin a Demokrat û ragihand: "Vê yekbûnê ne tenê Hizb bihêztir kir, belkî moralekî mezin da xelkê Rojhilatê Kurdsitanê jî; bi vî rengî ku niha bangewaziyên Hizbê ji bo mangirtin û xwepêşandanan bi coşeke zêdetir xwe didne pêş."
Derbarê guhertinên navçeyê û piştî şerê 40 rojî yê Amerîka û Îsraîlê li dijî rêjîma Îranê, birêz Hicrî got ku rejîm gihîştiye binbestekê û nikare vegere rewşa beriya şer. Herwiha destnîşan kir ku îhtîmaleke mezin heye rejîm ji bo mana xwe hemû mercên Amerîkayê qebûl bike, lê careke din baweriya navneteweyî bi dest naxe û dê bikeve bin çavdêriyeke tund a navneteweyî.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Sekreterê Giştî behsa rola "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" kir û ragihand ku ev hevpeymanî li ser bingeha nirxandineke hûr a siyasî pêk hatiye. Hicrî got: "Em niha di civînên navneteweyî û Parlamentoya Ewropayê de wekî dengekî yekgirtî yê neteweyî derdikevin, ku ev yek jî tirsa herî mezin di dilê Komara Îslamî de çêkiriye."
Di beşa duyem a sîmînerê de, rûniştineke vekirî ji bo pirs û dîtinên beşdaran hat veqetandin. Di vê beşê de birêz Mistefa Hicrî û Dr. Kwêstan Gadanî bersiva hûr a pirsên siyasî û rêxistinî yên endaman dan.