Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Haaretz: Micidbûna Tehranê egera destpêkirina nû ya êrşên Amerîkayê zêde dike

15:17 - 3 Gulan 2026

Micidbûna Îranê li ser daxwazên xwe û qebûlnekirina şikestên xwe, dê bibe sedema wê ku Donald Trump fermana destpêkirina nû ya êrşên asmanî li ser binkeyên girîng yên wê rejîmê bide.

Li gorî rapora Haaretz, tevî tundtirbûna dorpêçên deryayî û aborî, Tehran hîn jî amade nîne ku li ser daxwazên Amerîkayê rêketinê bike. Ev jî wek xeletiyek stratejîk tê dîtin ku dibe sedema tundtirbûna bijardeyên leşkerî ji bo şikandina bînbesta dîplomasiyê ya ku di niha de heye.

Di beşek din a raporê de hatiye gotin ku hêzên leşkerî yên Îsrael û hêzên Amerîkayê di herêmê de, bi taybetî Sêntkam, ketine rewşa amadebaşiya tewaw da, da ku bersiva her cûre rûberûbûnên ku dibe ku di encama wan êrşên îhtimalî de bêne gorê.

Di vê pêywendiyê de, di çend rojên dawî de hejmareke mezin ji çek û teqemenî bi rêya pira asmanî ya Amerîkayê ve gihîştine Îsraîlê, ku wek amadekariyek tê dîtin ji bo bersivdana bi êrîşên Îranê an jî girûpên niyabetî yên wê di herêmê de.

Kesên şareza liser vê bawerê ne ku micidbûna Îranê li ser domandina siyasetên xwe, herêmê ber bi qonaxeke nû ya pevçûnên leşkerî ve dibe.