Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê polên xwendinê kiriye meydana serkût û îşkenceya mamoste û xwandewanan

15:14 - 3 Gulan 2026

Encumena Hevpeyvîna Rêxistinên Pîşeyî yên Mamosteyan bi hilkevta Roja Mamosteyan li Îranê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku sala borî yek ji “qonaxên herî tal û herî zêde ya serkûtkirin” di dîroka perwerde û fêrkirinê de bûye di bin sîya desthilata Komara Îslamî de.

Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku sala borî tijî bûye ji kuştin, binçavkirin û givaşên navendên ewlehiyê li ser mamosteyan û xwendekaran.

Herwisa di daxuyaniyê de hatîye baskirin ku gelek ji mamosteyên azadixwaz, li şûna ku di polên xwendinê de bin, bi sedema bangkirin, lêpirsîn û girtinê ji mafên xwe bêpar kirine. Di heman demê de hatîye tekezî kirin ku di encama aloziyên siyasî û leşkerî yên rêjîmê de, hin ji xwendekaran jî bûne qurbani û jiyana xwe ji dest dane.

Nivîskarên daxuyaniyê, tevî amaje dan bi dîardeya “polên bê mamoste” û “kursiyên vala”, ragihandine ku sîstema perwerdeyê li Îranê ji mafek giştî hatiye guherîn bo “îmtiyazek çînayetî û qadan” û guhertinên sala derbasbûyî dê wan krîzan kûrtir bike.