Lindsey Graham, Sênatôrê Amerîkî, ragihand ku hekî Rejîma Îranê di danûstandinan de berdewam be û paşve nekişe, divê Amerîka karê xwe tewaw bike.
Ev gotinên Lindsey Graham di demekê de tên ku piştî aloziyên herêmî yên di navbera Amerîka Îsraîl û Îranê agirbestek lerzok hate ragihandin û ev helwêst di demekê de tê derbirîn ku hewlên dîplomatîk li Îslamabadê gihîştine bînbestê.
Rejîma Îranê daxwaza sivikkirina dorpêçan dike, di demekê de ku Amerîka li ser rawestandina bernameya etomî ya Îranê micide. Helwêsta tund a Lindsey Graham dikare wek amaje bête dîtin bo heza bikaranîna bijardeya leşkerî, bijardeyek ku ew berê jî di çarçoveya stratejiya “givaşên zêde” ya Donald Trump de ji bo zêdekirina givaşan li ser Rejîma Îranê piştgirî kiribû.
Ev kirîzane heta niha paşhatên berfireh hebûye, di nav de jî girtina demkî ya geviya Hormozê ji aliyê Rejîma Îranê ve, ku bandorek mezin li ser bazarên cîhanî yên wizeyê daniye.