Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsyarên girtîxana Karûn ê Pêş bi çarese kirina pizişkî a girtiyekî siyasî ê Ereb girtin

15:05 - 19 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Du zîndaniyên siyasî yên Ereb ên Ehwazê li girtîxana Karûn, hevceyî bi çareseriya pizişkî hene, lê ji aliyên berpirsiyarên vê girtîxanê pêşiya çaresriya wan hatiye girtin.

Ebdulzehra Hilîçî û Ebdulîmam Zaêrî bi sûçê “Miharibe” û hevldan dijî tenahî netwî bo hetahetî bi zîndanê hatine mehkûm kirin û niha li girtîxana “Karûn”ê a bajarê Ehwazê dane.

Ev her du zîndaniyên siyasî tûşî nexweşiya dil bûne û bi şêwazekî xirab leşê wan çilk (ifonet) kiriye û serbarî çendîn caran dawakirinê jibo çareserî a pizişkî, berpirsiyaran dijayetî kirine.

Çalakivanên mafên mirov yên Ehwazê ragehand, girtîxana Karûn yek ji wan cihane ku zîndaniyên vir li jibo çareseriya pizişkî ji hemû îmkanatan bêberîne û ji aliyê saxlemiyê geleg pîs û hepsî di rewşekî xirab dene.
Malbata wan du girtiyan daxwaz ji hemû nawandên mafê mirov û însan dostan kirine ku bi hawara zarokên van biçin.

Demek berî niha çalakvanên mafên mirov eşkere kirin, egera darvekirina çar çelengên ferhengî yên Ereb ji aliyê dezgeha dadverî a rejîma Îsamî li gurê daye.
Ebdulriza Emîr Xenfaze temen 25 sal û helbestvan, Qazî Ebasî teman 30 sal û kurê Ehmed helbestvan, Ebdulemîr Micdmî temen 32 sal û xêzandar û Şehab Ebasî temen 24 sal û kurê Ehmed, ew çar çalakvanên ferhengî ne ku bi sûçê “Miharibe” bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.