Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpisiyarên Îdareya Îtilata bajarê Mihabadê pêşiya milaqatiyên sê girtiyên kurd girtin

19:57 - 15 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Malbata sê girtiyên Kurd li çavpêkevtin ligel kur û hevjînên xwe hatin bêparkirin.

Berpisiyarên îdara Îtilata bajarê Mihabadê pêşiya milaqatiyên “Mihemed Melewanî, Yûsif Abxerabat û Wehîd Seyîde” girin.

Komîta hevdengiya bo avakirina kedkaran bilav kir, kurê Mihemed Melewanî ku hêviya dîtina bavê xwe bûye, ji aliyê hêzên ewlehiya rejîmê ve bêhurmetî biw hatiye kirin.

Hefteyek berî niha sê çalakvanên kedkar li bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên Îtilata vê bajarê hatin girtin.

Çavkaniyekê eşkere kir ku ev sê hevwelatiyane bi sûçê pişkdarî li “1’ê Gulan”ê roja Cîhaniya Kedkar ku li Mehabadê birêve çûbû, hatin girtin.