Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyeta PDK Îranê di rê û resma salvegera roja neteweya Firansa

15:33 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat di cejna netewî a Firansa li bajarê Hewlêrê beşdarî kir.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 14’ê Pûşpera 2012’an, li ser gaziya fermî a Konsolgeriya Firansa li bajarê Hewlêrê heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî” di rê û resma salvegera roja netewî a Firansa de beşdarî kir.
Di rê û resmê de birêz “Mesûd Barzanî” û hejmarek berbiçav ji Konsol û Wezîr û karbidestên partî û hikûmetî beşdar bûn.
Rê û resmê bi axaftina birêz “Dr. Firîdrîk Tîso” Serkonsolê Giştî yê Firansa li Hewlêrê, tevî keyfxweşî û bixêrhatinkirina mêvanan, basek li ser şoreşa Firansa û çawaniya nasyarbûn bi pirsa Kurd kir û got: 26 salan berî niha ez ji bo karê pijîşkî hatim Kurdistanê û di nava pêşmergeyên PDK Îranê de û di riya Dr. Qasimlo li gel pirsa Kurd nasyar bûm.
Navbirî li ser kesayetiya Dr. Qasimlo zêde axifî û got: Sala 1974’an, min li baregaya Mela Mistefa Barzanî “Dr. Bêrnard Kuşnêr” dît û ew jî min her di riya Dr. Qasimlo de nas kir û hezkirina min bo gelê Kurd va ji min kir ku posta Serkonsolgeriya Firansa li bajarê Hewlêrê bipejirînim.
Piştre birêz Mesûd Barzanî tevî pîrozbayî ji Konsol û Netewa Firansa, rol û kartêkeriya birêzan “Firanso Mîtran” Serkomarê berê yê Firansa û “Danyel Mîtran” dosta nêzîk a Kurd bilind nirxand û “Dr. Firîdrîk Tîso” weke pêşmergeyê Kurdistanê binav kir.
Di rê û resmê de birêz “Mistefa Hicrî” û heyeta pêre, li gel çendîn kesayetiyên hizbî û hikûmetî hevdîtin pêkanîn û herweha heyeta partiyê pîrozbahiya germa xwe pêşkêş bi Konsolgeriya Firansa kir.