Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya şandeke Komîteya giştî a hizbê ya li welatê Swî`dê, di salroja avabûna “Partiya Şiyû`î a Kurdistan”ê de

15:49 - 27 Adar 2018

Kurdistanmedia: Şandeke Komîteya giştî a hizbê ya li welatê Sw`îdê, beşdarî di merasima 84.mîn salroja avakirina Partiya Şiyû`î de kir.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, êvariya roja Şemî 25`ê Adara 2018`an, şandeke giştî a PDKÎ di bajarê Stokolmê de, beşdarî di 84.mîn salroja avakirina “Partiya Şiyû`î a Kurdistana Îraq”ê de kir.

Di vê rêûresmê de tevî endamên serkirdayetî û endamên Partiya “Şiyû`î”, nûnerê Balyozxaneya Îraqê, nûnerê Komîteya Hevkariyê a Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanê di Sw`îdê de, nûnerên partî û saziyên siyasî yên Kurdistan û Îraqê û nûnerê Partiya Komonîstî a Swî`dê jî beşdar bibûn.

Her yek ji wan aliyên siyasî gotar û peymên xwe derheqê vê boneyê de pêşkêş kirin, ku yek ji wan peyamên pîrozbahiyê ya komîteya giştî a PDKÎ bû, ku ji aliyê birêveberên vê rêûresmê ve hate xwendin.

Di vê peyamê de tevî pîrozbahîgotinê, pêdagîrî li ser dirêjedan bi pêwendiyên dîrokî û dostayetiya nêzîk a di navbera her du partiyan de hatibû kirin.

Hêjayî basê ye ku ”Partiya Şîyû`î a Kurdistana Îraqê” di yekem kongireya Partiya Şîyû`î a Îraqê ya di sala 1945`an de, bi berçavgritina taybetmendiyên neteweyî, bi navê taya Kurdî a Partiya Şiyû`î a Îraqê hate ragehandin, û mafê danîna bername û pêreva navxweyî jê re hat dan, û piştre bû bi taya Kurdistanê, û niha jî her du partî bi hev re salroja avabûna xwe cejn digrin.