Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya Yekîtiya Ciwanan di festîvala ciwanên Sosyal – Demokratên Siwêdê de

14:07 - 11 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Heyetek Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê, li ser gaziya Ciwanên Sosyal – Demokrat di festîvala ciwanên Siwêdê de beşdarî kir.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, heyetek Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi serperestiya birêz “Mahir Neqşbendî” di festîvala ciwanên Swêdê de beşdarî kir. Festîvala han li ser esasa nasyarbûn û guhertinên bîr û hizran di heyamê 4 rojan de birêve diçe û ji gişt welatên cîhanê ve saziyên ciwanan ên endam di Enternasyonala Sosyalîst beşdar in.

1876.jpg


Saziya Sosyal – Demokrat a Siwêdê berê endamê Enternasyonala Sosyalîst bûye û festîvala han bi alîkariya wan her du aliyan hatiye lidarxistin û li ser gaziya Saziya Ciwanên Sosyal – Demokrat ên Siwêdê, saziyên ciwanan ên endam di Enternasyonala Sosyalîst beşdarî festîvalê bûne.
Roja yekê a festîvalê bernameyek bû bo nasyarbûna saziyên beşdar û herweha Sekreterê Ciwanên Sosyal – Demokrat ên Siwêdê li ser rewşa ciwanên Siwêdê û pêşkevtina siyasî a ciwanan di wî welatî de.
Her di roja yekemîn de ji aliyê birêveberên festîvalê basek li ser pirsên civakî û mafên regezî û wekhevî hat kirin.
Di dirêjahiya karê festîvalê de çendîn semînar pêk tên ku yek ji girîngtirîn ji wan semînara li ser rewşa Kurdistanê dibe ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê girîngiyek taybet pê dê dayîn.
Di festîvalê de saziyên din ên ciwanên Kurdî beşdar dibin, lê Yekîtiay Ciwanên Demokrat ên Kurdistan Îranê tenê saziya ciwnên Rojhilata Kurdistanê ye ku beşdarî wê festîvalê bûye.

Pîroz be 67’mîn salvegera damezirandina PDK Îranê