Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi amadebûna zarokên çar parçên Kurdistanê çaremîn festîvala Havîniya Nêrgiz li Herêma Kurdistanê birêve çû

17:16 - 9 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Bi amadebûna zarokên çar parçên Kurdistanê, çaremîn festîvala Hevîniya Nêrgiz ji aliyê “Nawenda Nêrgiz bo perwerdeya hizrî û huneriya zarok û nuciwanên Kurdistana Îranê” û girupa Doq Şarte li bajarê Koyê birêve çû.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, festîvala han roja yekşemî 8’ê Îlona 2013’an, bi beşdariya çalakiyên zarokan û çendîn girupên hunerî li hola Azadî birêve çû û destpêka festîvalê bi sirûda netewî a “ Ey reqîb” dest pê kir.
Festîvala han bi gotinên rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îran hat wekirin û got: Hikûmetên dîktator bi berdewamî zilm ji zarokan kirine û ji mafên wan bêpar kirine û basek li ser zarokên Sûriyê kir û got: Zarokên Sûriyê û bi xasmanî Kurd li ew tevgera ku wan re hatiye pêş li perwerdeya dayîk û babên xwe bêparin û zilmekî zor ji wan hetiye kirin.
Sekreterê giştî yê PDK Îranê ewa jî xiste ber bas, yek ji pîlanên rejîmên zal li ser Kurdistanê ewa bûye ku zarokan ji bayîk û babên xwe dûr bike û serbarî hewla zor ji wî karên xwe de serkevtî nebûye û a niha jî ala Kurdistanê her tim bi destê zarokan bilind bûye.
Rêzdar Hicrî hêvî xwastin ku ew festîvale bibe sebeba ji hev nêzîk bûn her çi zortir a zarokên Kurd heta ku serkevtineke berbilavtir bi dest bînin.
Piştire Fatih Salihî berpirsên nawenda Nêrgiz çend gotinek pêşkeş kir û destpêkê de got: Wezareta perwerde û birêveberayetiya rewşebî a zarokan, rêxistina Estêrk, Desteya rêxistina Cemawerî û Pîşeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê, kompanyaya Korek Tilîkom û girupa Doq Şarte li birêve birina wê festîvalê alîkar bûne.
Salihî ewa jî got: Festîvale han bi hemû zarokên Kurd ragihand ku Kurdistan yek welate û hemû zarkên yek nîştiman in û hêvî xwast zarokên Kurd bo Kurdistanê têbikoşin û hezkiriya Kurdistanê bikin bi hînkirinekî heta hetayî û di dawiyê de sipasê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî kir ku her tim piştîvaniya serekî yê mafê zarokên Kurd bê ewê ku ax û coxrafiya berçav bigre.
Ji aliyek din ve rêzdar “Saman Fatih” birêveberê nawenda rewşenbîriya zarokên Koyê got: Em xweşhalin ku li çaremîn festîvala Havîniya Nêrgiz de beşdar in û peyama me eweye ku çawan bikarin zarokan li ser kolan û şeqaman kom bikin bo nawendeke taybet bi zarokan rabikişînin.
Saman ewa jî got: Em dixwazin xulên teybet bi fêrkirina zarokan bi berdewamî vekirn û di vir de zarokan li gel şitên serdem aşina bikin.
Festîval ji du pişkan pêk hatibû ku beşa yek de ew birgene birêve çûn:

- Şanoya Beqa nav avê de, zarokên Nêrgiz
- Ku hiloşan nekeyî, girupa Doq Şarte û nawenda Nêrgiz ( Zarokên nawenda 3’a Kurdistanê)
- Guvend, girupa Baran û zarokên Nêrgiz
- Şano, girupa Rojava û Zarokên nawenda 1’a Kurdistanê
- Stran, Dilan Darî

Pişka duyem pêk hatibû ji:
- Du konsert ji aliyê Tîpa “Seyît Arî” Bakûr û Tîpa musîqaya birêveberiya rewşenbîriya zarokên Hewlêrê
- Guvend, zarokên nawenda Nêrgiz
- Du stran ji aliyê girupa Doq Şarte û zarokên Koye
Di dawiya festîvalê de xelat bo hemû zarokên ku li festîvalê de beşdar bûn hat dabeş kirin.