
Xelk di Îranê de şiyana kirîna goştê sor bi nirxa zêdetir ji 100 hezar tumena nîne û herwisa daketina dahata qata nevincî û qata hejarên civaka Îranê ji aliyekî din ve bûye sedema nekirîna goştê sor.
Di sala 1384an de her malbatekî Îranê bi qasa nêvinciya 57 kîlo goştê sor di salê de dikirîn ku di sala 1399an de ev qasa kirîna goştê sor kêmtir ji 12 kîlo di salê de ye û nirxa goşt di sala 1384an de 4 hezar û 580 tumen bûye ku di sala 1399an de nirxa goştê sor zêdeti ji 102 hezar tumenan bilind bûye û bi wî awayî goştê sor li ser sifreya %8.2 xelkê Îranê nayê dîtin.
Pêka amarên Saziya Cîhanî ya Xwarin û Werzêrî ya Saziya Netewên Yekgirti “FAO”, nêvinciya xwarina goştê sor û sipî di cîhanê de 41 kîlo ye, nexwarina goştê sor laşê mirovan rastî pirsgirkên micid dike, eva di rewşekê de ye ku Îran di nava 196 welatên cîhanê de pileya 98an di xwarina goştê sor de heye.
krîza aborî, gendeliya desthilat û dizî ji darayiya welat, daketina dahat û bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyan û bi 10an pirsgirêkên din bûne sedem ku xelk şiyana kirîna piraniya hewcehiyên xwe ji dest bide û rastî paşketên wan kêmaniyan bibe.