Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna dirêj heyam a Internetê pirsgirêkên berfireh di jiyana xelkê de çêkirine

11:57 - 3 Gulan 2026

64 roj bi ser qutbûna giştî ya Internetê di Îranê re derbasbûn, rewşek ku li gorî raporan Îran di nav yek ji dirêjtirîn qutbûnên dîcîtal de danîye û bûye sedema têkçûnên mezin di karên online, xizmetên rojane û gihiştina welatiyan bi zanyariyan re. Ev rewiş di heman demê de û di berdewamiya sînordarkirina pêywendiyan re beşek mezin ji aboriya dîcîtal xistiye di rewşek pir dijwar de.

Zirarên aborî yên giran xisarên zêde li beşek girîng ji karên girêdayî bi Internetê dane. Gelek karên biçûk، û çalakvanên torên civakî ragihandine ku karên wan sekinîne an jî bi kêmbûnek zêde ya dahatê re rû bi rû bûne, û karên online sekinîne.

Welatiyan jî bas ji zêdebûna giraniya hewcehiyên rojane kêmbûna hêza kirînê û têkçûna xizmetguzariyên rojane wek taksiyên online dravdanên online û pêywendiyên karî kirine. Qutbûna Internetê ne tenê çalakiyên aborî têk dane, di heman demê de li ser jiyana civakî û gihiştina bi xizmetguzariyên bingehîn jî bandor daniye.

Li gel encamên aborî، sînordarkirina Interneta cîhanî û girêdayîbûna bi torên navxweyî pêla rexneyan li ser lawazbûna belavbûna azad a zaniyariyan û sînordarkirina pêywendiyên navneteweyî destpêkiriye, berdewambûna vê rewşê ne tenê li ser çalakiyên aborî bandor daniye belkî li ser zêdebûna krîzên jiyanî û encamên civakî li Îranê bi awayekî berçav zêde bûye.