Rayedarekî bilind ê rêjîma Îranê di hevpeyvînekê de bi Bloomberg re eşkere kir ku hikûmet ji ber dorpêça Tengava Hormozê û dagirtina embarên neftê, neçar maye ku asta hilincandin û berhemanîna neftê kêm bike.
Hevdem, raporên ji hundirê welat nîşan didin ku pirsgirêkên di dabînkirina hewcehî û tiştên bingehîn, pêdiviyên rojane û hewcedariyên jiyanê yên xelkê de giran bûne; ev yek nîşaneke zelal e ji wê zexta giran ku şer, dorpêç û hilweşîna binesaziyên aborî li ser civakê sepandiye.
Li gorî rapora Reuters, dorpêça deryayî ya Amerîkayê hinardekirina nefta Komara Îslamî bi tundî kêm kiriye û bi mîlyonan bermîl nefta xam li ser tankeran û di embaran de maye. Vê rewşê rasterast stûna bingehîn a dahata hikûmetê kiriye armanc û zexta aborî ya li ser Komara Îslamî derbasî qonaxeke nû kiriye.
Tamir Morg, analîstê îsraîlî, di berteka xwe ya li ser vê rewşê de nivîsî ku dorpêça Amerîkayê "stûna pişta Îranê dişikîne" û tekez kir ku ev pêvajo, her çend gav bi gav be jî, lê bi awayekî diyar berdewam dike.