Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema Bêkarî û nebûna xizmetkariyan piraniya gundên parêzgeha Kohgîlûye û Boyên Ehmedê, çol bûne

12:37 - 6 Adar 2022

Bi sedema nebûna xizmetkariyan û bi 10an pirsgirêkên din ên wekî bêkarî li parêzgeha Kohgîlûye û Boyên Ehmedê, heşîmetek zêde ji xelkê gundên wê parêzgehê rû bi bajaran kirine û bi wî awayî gelek ji gundên wê parêzgehê çol bûne.

Ragihandian dane xuya bîna û xaniyên gundan kevin bûne û bi sedema nebûna ti alîkariyek ji aliyê rejîmê, xelk nikarin wan xaniyan nûjen bikin ku bikarin têde bijîn.  

Herwisa xelkê wan gundan ji her core xizmetkariyekê bûpar bûne lewma bi neçarî rû bi bajaran dikin.

Di parêzgeha Kohgîlûye û Boyên Ehmedê de hezar û 645 gund hene.

Nebûna derfeta kar û piraniya hewcehiyan di wan gundan de rewşek çêkiriye ku xelkê gundan ber bi bajaran ve herin û ew yek derdornişînî li bajaran de zêdetir kiriye.