Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bûyera tirombêlan 9 kesan li parêzgeha Urmiyê canê dan e

20:26 - 6 Adar 2014

Kurdistanmedia: Di heftiya derbasbûyî de li parêzgeha Urmiyê bi sedema lihevdana tirombêlan 9 kesan canê xwe ji dest dan e û çend kesek jî hatin e birîndarkirin.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja 1\'ê Adar a 2014\'an, li ser rêya Mihabadê li devera Borhanê bi sedema lihevdana 4 tirombêlan 3 kesan canê xwe ji dest da.
Di vê bûyerê de hemwelatiye ku bi navê Riza Pîrbab û hevjîn wî bi navê Esrîn û zarokê wan jyana xwe ji dest dan.
Ji aliyek din ve di bûyera hat û çûnê de roja Şemî 1\'ê Adar a 2014\'an, li sê rêya Darlek a Mihabadê bi sedema lihevdana du tirombêlan 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di vê bûyerê de 4 kes bi navên Xosrew Merufzade kurê Mehmûdereş, Turan Mihemedzade keça Mîrza Mutelib, Kerîm Bayezidî kurê Hemeelî û şofêrê torombêle ku xelkê Miyandabê bû canê xwe ji dest dane û 2 kesên din hatin e birîndarkirin.

Her di vê pêwendiyê de li bajarê Bokanê bi sedema lihevdana du tirombêlan bi cirê Pêjo û Semend 2 kesan janê xwe ji dest da.
Çend rojên derbasbûyî li ser rêya Şêxler a ser bi bajarê Bokanê di bûyera hat û çênê de 2 kesan janê xwe ji dest dan û çend kesek jî hatin birîndar kirin.